Dorpêç giran dibe, şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi biryardarî li ber xwe didin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku 13'ê Adarê û vir ve di bin ambargoyeke giran a hikumeta Şamê de ne, bi biryardarî li ber xwe didin.

Berî şerê Sûriyeyê nêzî 600 hezar Kurd li bajarê Helebê diman. Bajarê Heleb piştî paytext Şamê bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye. Di heman demê de paytexta pîşesazî û bazirganiyê ya vî welatî ye. Du rêyên navndewletî yên Sûriyeyê bi hev ve girê didin rêyên M4 û M5 li vî bajarî ne.

Taxa Şêxmeqsûdê jî mezintirîn taxa Kurdan a li Helebê ye, ku piraniya şêniyên wê Kurdên ji Efrîn û Kobanê ne.

Ji destpêkirina aloziya Sûriyeyê, ji sala 2011'an ve şerekî mezin li taxê rû dida. Hem komên çete hem jî hêzên rêveberiya Şamê xwestin taxê dagir bikin. Lê belê zarokên taxê, şervanên YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke bêhempa warê xwe parastin.

Taxa Şêxmeqsûdê ji 2 beşan pêk tê (Şêx Meqsûd a Rojava û ya Rojhilat). Aliyê rojhilat ê taxê li ser girekî hatiye avakirin. Ji vî alî ve mirov dikare tevahiya bajarê Helebê bibîne, lewma cihekî stratejîk e.

Taxa Şêxmeqsûd ji aliyê hêzên rêveberiya Şamê ve hatiye dorpêçkirin. 2 rêbendên sereke di navbera hêzên hikumeta Şamê û taxa Şêxmeqsûdê de hene. Rêbenda Ewarêd ya li rojavayê taxê, her wiha rêbenda El-Cezîra ya li başûrê taxê. Herdu rêbend di destê Tûgaya Çaremîn a hikumeta Şamê de ne. Ji wan rêbendan xwarin û vexwarin û sotemenî derbasî taxê dibin.

Tûgaya Çaremîn di sala 1984'an de ji aliyê birayê Serokomarê Sûriyeyê Mahir El-Esed ve hat damezrandin. Li Sûriyeyê xwedî cihekî cihwaz e û ji aliyê hikumetê ve tê fînasekirin. Her wiha ji bo ev kom bibe koma herî bi hêz li Sûriyeyê perwerdeyên cuda didîtin û li gorî hin siyastemedaran ev tûgay ji aliyê leşkerî ve li tevahiya Sûriyeyê serwer e.

Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, hejmareke mezin a ji Efrîniyan derbasî taxa Şêxmeqsûdê bûn. Niha nêzî 200 hezar kes li taxê bi cih bûne.

Ev nêzî meheke hêzên Sûriyeyê bi destê Tûgaya Çaremîn ji bo ku astengiyên mezin li pêşiya meclîsa giştî ya taxê derxîne û careke din li ser Kurdan siyaseta qirkirinê ya berî sala 2011'an dimeşand dewam bike, dorpêçeke giran daniye ser taxê. Nahêle ku tişetek derbasî taxê bibe. Lê hêjayî bi bîr xistinê ye ku hêzên Sûriyeyê bi destê tûgaya çaremîn çar sal in li ser taxê dem bi dem dorpêçê pêk tînin.

Di 13'ê Adara îsal de dema ku qemyoneke şekir dixwast di rêbenda El-Cezîrê derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibe, ji aliyê Tûgaya Çaremîn ve rastî gulebaranê hat. Di encamê de ew qemyon nikarî derbasî taxê bibe.

Ji wê demê ve tiştek derbasî taxê nabe. Lê bi rêya bazirganên biçûk ku bi dayîna pereyan bo Tûgaya Çaremîn, hin alav derbasî taxê dibin û li sûka reş têne firotin. Weke Mazot li sûka reş: 4,300 L.S ye, Gazolîn(benzîn): 5,700 L.S her wiha tupa gazê ya malan: 95,000 L.S ye.

Ji 13'ê Adarê ve ard jî  derbasî taxê nebûye û depoyên ku ard depo dikirin vala bûne. Ji ber wê jî gelê taxê di vê meha Remezanê de bê nan in. Lê bi her awayî şêniyên Şêxmeqsûdê xuya dikin ku wê ti carî serî li hemberî kiryarên rejîma Baas netewînin û destnîşan dikin ku wê ji bo pûçkirina vê planê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

Şêniyên Şêxmeqsûdê ji bo li ber vê siyasetê rabe, meşeke girseyî lidar xist. Di meşê de peyamên girîng dan hikumeta Şamê û raya giştî ku ew polîtîkayên birçîhiştin û dorpêçkirinê ti carî qebûl nakin. Her wiha nîşan dan ku li hemberî komên çete yên dewleta Tirk  bi salan şer kirine û seriyê xwe ji kesî re netewandin, lewma bila kes xeyal jî neke, ew ê nehêlin ku rûmeta wan bê binpêkirin.

Tevî vê yekê, ev bûye 8 roj in rêveberiya Şamê nahêle ku dermanên tenduristiyê derbasî herêmê bibe. Her wiha nexweşxaneya Ş. Xalêd Fecir ê ku pêwîstiyên taxê yên tenduristî pêk tîne bang dike, ku ji ber dorpêçê derman kêm bûne û nikarin hemû nexweşiyên xwe derman bikin.

Lê li gorî hin wekîlan jî yên ku dermanên tenduristî dianîn taxê; bi rêya dayîna bertîlê ji bo Tûgaya 4'emîn dikarin bi wan re nîqaş bikin û li gorî qaseya dermanê ji 25 hezar heyanî 100 hezarî yan jî zêdertir, derman derbasî taxê bikin. Lê heya niha bi ti awayî ti tişt derbasî herêmê nebûye, ji bilî zebze û hin cureyên goşt.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya yekîtiya Demokratîk PYD'ê li Helebê Mihemed Emîn Elîko polîtîkayên hikumeta Şamê bi siyaseta nemirovî û ne exalqî pênase kir û got, "Aloziya Sûriyeyê gihîştiye pêvajoyeke xetimandî. Ji ber wê hikumeta Şamê her dixwaze dîsa Sûriyeyê vegerînê rewşa xwe ya berî 2011'an. Lê belê gelê me gihîşt asta zanebûn û naskirinê ku dizane rastiya partiya Baas çiye. Ji ber wê jî rêxistina ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin her wiha aramî û ewlekariya ku li taxê hebû, ji bo berjewandiyên hikumeta Şamê û alîgirên wê baş nehat, lewma xwest her tim li herêmê tevliheviyekê çêbikin. Ji ber wê jî bi rêya rêbendên xwe re yên ku tiştên xwarinê û sotemeniyê derbasî taxê dikin, her tevliheviyekê çêbikin. Ji bo wê li şûna ku hikumeta Şamê bibe navnenda çareseriyê mixabin bûye navenda avakirina kaos û aloziyan. Ji bo wê jî em û gelê me, em ê bi yek destî polîtîkayên birçîbûnê yên ku hikumeta Şamê bişkînin û asta berxwedana xwe bilindtir bikin."