Me di dawî de xwe gihand bendavê, vê çemê şîn
Dengê Nazim, dengê Cîhan dê ji behrekê, ji demsalekê re bimîne. Êdî kê wênekêş be, kê pênûsa xwe li binxet bigerîne, kê ya xwe ragihand, kê dildarê lehengên xwe be…
Dengê Nazim, dengê Cîhan dê ji behrekê, ji demsalekê re bimîne. Êdî kê wênekêş be, kê pênûsa xwe li binxet bigerîne, kê ya xwe ragihand, kê dildarê lehengên xwe be…
Ax Nazim!
Me çi gotibû, berî herin li Minbic, li Kobanê?
Me gotibû, êş, jan, rê û rêwîtî, li pêşiya me ye. Me digot; caran pir tişt tên li hemberî me. Lê şêwra me, civata me, her kêm û nîvçe dima. Me qala wêne, film û sînemayê dikir. Lê di dawî de pêlava te ya qetiyayî, rabirdoyek, dîrokekê ewran, dengê stranan, nehatina min, derengmayîna min ji min re dima.
Ewrên seravê ketibûn, navbera me. Me di dawî de xwe gihand bendavê, vê çemê şîn.
Dê heyrano!
Dîmenê tank û topan bikşîne, dîmen û wêneyên ku her kêliyek jiyana me ye.
Me wêneya xwe ya dawî li bendava Tişrînê kêşand. Berê Nazım û Cîhan li Sirînê ye. Ew çûn navçeya Sirînê, min jî piştî rojekê berê xwe da Kobanê. Gava min ew li bendavê oxir kirin, hevalê Nazim ji hevala Cîhan re got; bi dilxweşî, bi şadî me hev meyze kir û heval Cîhan wêneya me girt... Lê ka kê dizane... wê di vê dinyaya xerîb de wêneya me ya dawî be, wê Cîhan jî cara dawî pê deklanşorê bike û em ê bikevin kadrajê.
Roja ku li Kobanê bûm merasîma şehîdan hebû. Xelkên Kobanê jî şervanên kû li bendava Tişrînê û pira qereqozaxê şehid ketine, dispartin axê. Min ji xwe re got, "Erê Kobanê, her diçim û têm li binê esmanê ku şervanên azadiyê, lê razan e." Vir cihên zaroyên me, cihê dayikên me, vir cihê şervan, warê Vîyan û Peymanan e. Min nezanî li ser kêlgora kê temaşe kim, çend sal, çend nav, çend heyam, her tişt di hişê min de derbas bû.
Gava ji merasîmê vegeriyam, hevalê Serdar got, “10 deqe beriya niha! Hevalê Nazim û hevala Cîhan li bendavê derketine. Agahî hat ku balafira keşfê li wesayîta wan xistiye. Car caran, heq e, ken heq e. Ew kîjan helbestvan e dibêje em ev in. Em zengekê berê, birîneke bê dem, kêliyek berê, ji kêlîyekê re heyran in. Dengê gûleyekê, gûşîna çemekê, pêlavekî qetiyayî, henek, dem, tifingeke li eniyê, tilîliyek, bêhna hennê, tiştek, gotinek, xemgînîya dar û beran, hilmek li orta gerdûnê jî me tîne ba hev.
Îca! Nazim û Cîhan şehîd bûn. Zeman wêneyek e, zeman ehdek e, rêwîtîya peyvan e, dengê qedîm ên li dora çem û çeperan e.
Di vê rêwîtiya ewrên seravê de her gotinek, li nava dinyayê dimîne. Gotina me, li hêviya biharekê, gotina her şervanekî li cîhana mezin, li jêra erdê heya navsera esmên e.
Dengê Nazim, dengê Cîhan dê ji behrekê, ji demsalekê re bimîne. Êdî kê wênekêş be, kê pênûsa xwe li binxet bigerîne, kê ya xwe ragihand, kê dildarê lehengên xwe be…