Serxwebûn: Têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî azad dike
Hejmara 517’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî azad dike” derket.
Hejmara 517’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî azad dike” derket.
Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya 517’an de Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, hêman û pîvanên îdeolojîk ên ji bo civaka nû û şerê taybet dinirxîne.
Di hejmara vê mehê ya rojnameyê de nivîseke ji parêznameyên Rêber Apo, cih digire. Di nivîsê de Komploya 6’ê Gulanê û encamên wê û komploya 9’ê Cotmehê, tê nirxandin.
Di nivîsa edîtor a rojnameyê de, Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî û encamên wê, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û Têkoşîna Azadiyê tê nirxandin.
Alî Haydar Kaytan di beşa duyemîn a nivîsa xwe de, nasnameya civakî ya li Rojhilata Navîn hatî afirandin dinirxîne.
Alî Haydar Kaytan di nivîsa xwe ya derbarê Sakîne Cansiz de, destnîşan dike ku Sakîne Cansiz (Sara) abîdeya berxwedanê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tespîta “avakirina civaka nû, bi mirovê nû dibe” dike û destnîşan dike ku ev yek jî tê wateya perwerdeya kadro û civakê.
Ji Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk hin bîranînên ji jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz pêşkêş dike.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerik jî di nivîsa xwe de van tespîtan dike: “Şerê taybet, şerekî bêqural e, şerê valekirina cewherê civakê ye.”
Xelîl Poyraz di nivîsa xwe de diyar dike ku di nava PKK’ê de tarzekî jiyanê heye ku şoreşgerî bi ked û hewldanê tê afirandin
Şiyar Dersm di hejmara 517’an a Rojnameya Serxwebûn de xeta şoreşgeriyê dinirxîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di nivîsa xwe de diyar dike ku civakên dewletan civakên bi parçe ne.