Dîmenên qetlîama li Konyayê derketin holê

Dîmenên qetlîama li Konyayê derketin holê. Di vê qetlîamê de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn kuştin. Parêzer Mavîş Aydin dîmenê qetlîamê şîrove kir.

Li navçeya Meramê ya Konyayê 7 kesên ji malbata Dedeogûllari hatibûn kuştin. Dîmenên vê qetlîamê derket holê. Di dîmenan de tê dîtin ku kujer bi çekê endamên malê li hewşê tîne ba hev û piştre 7 kesan dikuje.

Parêzer Mavîş Aydin a ku di dema hevdîtina bi Serdozgeriya Komarê ya Konyayê de li dîmenan temaşe kiribû. Dîmen ji Ajansa Mezopotamyayê re şîrove kir.

Aydin got ku “Di çarçoveya lêpirsînê 3 kamera di qeydê de ne. Yek jê hatiye deşîfrekirin, ên din hê nehatine deşîfrekirin. Di qeydeke deşîfrebûyî de kujer bi qasî 35-40 deqîqeyan xuya dike. Di vê qeydê de bi tenê êrişkarek heye.

Di vê qeyda kamerayê de kujer saet di 17.50’an de wesayîta xwe tîne pêşiya hewşa malê. Di wê kêlîkê de tê dîtin ku keçika herî biçûk a malbatê û xwişka wê ji mala cîranan tên. Dema kujer wesayîta xwe tîne ber hewşê li ser pêyan sohbetdikin. Piştre kujer dikeve hundir. Yaşar Dedeogûllari û kujer li hemberî hev li ser kursiyan rûdinên. Di wê demê de jinên malbatê jî li kêleka wan li ser keviran rûdinên. 5 kes filan in. Piçekî diaxivin. Bi qasî 20 deqîqeyan didome. Piştre kujer verê dikin. 18 deqîqe şûnde kujer dîsa tê. Dema tê endamên malê bi destê xwe derî jê re vedikin. Zilam dikeve hundir, rûdinê. Di destê wî de kîsikek heye, çekê ji kîsik derdixe. Dema kujer çekê diteqîne, keçika herî biçûk diajo ser kujer û dixwaze çeka di destê wî de jê bistîne. Piştre çend jin diajon ser kujer û hewl didin çekê ji destê wî bistînin. Piştre ên din hewl didin çekê ji destê wî bistînin. Kujer ji nav wand difilite. Piçekî dûr dikeve û bi çekê guleyan li hemûyan direşîne.”