Ferat Koçak: Daxwaza me ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan dewam dike
Parlamenterê Partiya Çep a Elman Ferat Koçak ku yek ji 39 endamên heyeta hatibû Stenbolê ye, diyar kir ku daxwaza wan a ji bo dîtina Rêber Apo dewam dike.
Parlamenterê Partiya Çep a Elman Ferat Koçak ku yek ji 39 endamên heyeta hatibû Stenbolê ye, diyar kir ku daxwaza wan a ji bo dîtina Rêber Apo dewam dike.
Platfoma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ji bo dîtina Rêber Apo dest bi kampanya ‘Dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim’ dabû destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de heyetek ji 39 kesan a ji rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan ji welatên cuda serdana Stenbolê kiribû.
Yek ji endamên heyetê jî Parlamenterê Parlamenta Elmanyayê ya Federal (Bundestag) Parlamenterê Die Linke Ferat Koçak bû. Ferat Koçak li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku endamên heyeta ji 39 kesan ji hemû komên pîşeyî û welatên cuda bûn. Ferhat Koçak got, “Mînak ji Japonyayê rojnamevan û parlamenterek, ji Hindistanê aktîvîstekî mafên mirovan hebû. Her wiha ji Swîsre, Belçîka, Îtalya, Fransayê hevalên me di nava heyetê de hebûn.
Di vê çarçoveyê de me jî xwest beşdarî nava delegasyonê bibin. Bi taybetî me xwest ji Elmanyayê dengekî girîng bilind bibe. Ji Elmanyayê, ji welatên ku bi Elmanî diaxivin tevlîbûneke xurt hebû. Ji Viyanayê, her wiha ji herêmên cuda yên Elmanyayê tevlîbûn hebû.
Bi delegasyonê re di şeva destpêkê de ya li wê derê, piştî naskirina hev, roja Sêşemê bû destpêka Konferansa Tîrmehê. Me serdana xwe ya destpêkê ya yekser li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir ku ji parastina Birêz Ocalan berpirsyar e.
Li wê derê destpêkê têkildarî pêvajoyê agahdarî hate kirin; qonaxên pêvajoya heyî hatin ragihandin. Piştre jî weke delegasyonê gelek pirs hebûn. Parêzeran helw dan bersiva van pirsan bidin. Bêyî nirxandineke şexsî yan jî texmînekê, bi rengekî profesyonel bersiv dan.
Ev serdan li çapemeniyê girtî bû, ji ber vê yekê jî naxwazim zêde detayan bidim. Lê belê di çarçoveya vê serdanê de weke endamên delegasyonê me daxwaznameya xwe ya ji bo dîtina Birêz Ocalan radestî parêzeran kir ku ew jî bigihînin rayedarên berpirsyar an jî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê.”
Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve Ferat Koçak got, “Ji bo me ya girîng ew e ku di serlêdana ji bo Wezareta Edaletê de me ji bo demê şertek dananî. Yanî peyama me zelal e: Di wir de em ji Wezareta Edaletê re dibêjin, ‘Em dixwazin serdana Birêz Ocalan bikin’. Berpirsyariya diyarkirina dema vê yekê ya dewletê ye. Hûn demê ji bo me diyar bikin, em amade ne hevdîtinê bikin.”
Ferat Koçak diyar kir ku delegasyonê berê jî anîbû ziman ku ji bo dîtina Rêber Apo wê careke din li hev kom bibe û got, “Her wiha ev delegasyon wê ne ya dawî be, em ê pêvajoyê bişopînin û hewl bidin bi tevlîbûneke hîn berfireh li hev kom bibin.
Delegasyon wê bibe şopdarê vê pêvajoyê. Û ji ber ku me hîn bi rengekî fîzîkî hevdîtin bi Birêz Ocalan re nekirine, daxwaza me ya ji bo serdanê hîn jî dewam dike.”