Di êrîşên dewleta Tirk de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên kantona Minbicê kirin. Di encama êrîşan de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên kantona Minbicê kirin. Di encama êrîşan de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên derengî şevê gundên bakurê rojhilatê kantonê topbaran kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çete û dagirkeran gundên Cat, Hîsan û Elwatê bi guleyên obîsan û hawanan topbaran kirin. Hate ragihandin ku li gel topbaranê jî balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk li gundê Elwatê nuqteya leşkerên hêzên hikumeta Şamê kir hedef.
Li gorî daxuyaniyê, di encama bombebaranê de 2 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn û darên zeytûnan ên li derdora nuqteyê jî şewitîn.