ANALÎZ

Di bin siya şer de kêfxweşiya cejnê

Tevî gefên şerî jî ji ber coşa cejnê kenê li ser rûyê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke hêvîyeke mezin in.

LI ROJAVA CEJN

Hemû gel û baweriyan hin rojên taybet ên ku mirovan bi kêfxweşiyeke mezin tînin ba hev, hestên bêrîkirinê didin nîşandan û silbûna di navbera kesan de didin jibîrkirin, hene. Ev rojên bi vî rengî têkiliya di navbera mirov û jiyanê de xurttir dikin û dibin sedema avabûna pira yekîtî û coş û kelecana jiyanê zêdetir dikin. Li gorî bawerî û kevneşopiya mirovahiyê ji rojên bi vî rengî re cejn tê gotin. Misilman jî Cejnên Remezan û Qurbanê pîroz dikin.

Li Rojava piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan li ser xakên hejar û bibereket pêşwazîkirina cejnê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e. Di kêliyên têkoşîna li hemberî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî wê de ku li Rojhilata Navîn hovîtîyeke mezin nîşan didin, pîrozbahiyên cejnê tên kirin. Hêzên dagirker ji berê heya niha dixwazin serdemeke tije hejarî, paşverûtî, bênasnameyî li ser gelên herêmê ferz bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên berfireh bi boneya bawerî û kevneşopiyên xwe hestên xwe yên yekitî û hevgirtinê bi awayekî zelal nîşan didin.

HEVGIRTINÊ ZÊDETIR DIKE

Cejnên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pîrozkirin, temsîliyeta kevneşopiya ruhê hêvî û hevgirtinê ya girîng ya di kêliyên şer de, dike. Ev cejn dibin derfet ku mirov werin ba hev û li hemberî zehmetiyan hêza yekitiya xwe nîşan bidin.

LI GEL DUA Û HÊSÎRAN

Şeva cejnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelan li goristanan find pêxistin. Bi van kêliyên hestiyar gelan bi pêngavên xwe yên li goristanan dubare nîşan dan ku wan di dilê xwe de ji bo şehîdên xwe cihekî gelekî mezin veqetandine. Di roja ewil a cejnê de gelek kesan berê xwe da goristanan û serdana hezkiriyên xwe kirin û duayên xwe kirin. Di van serdanên watedar ên ji bo goristanan de agirê di dilê gelan ê hez û dilsoziyê li gel hêsîrên wan bûn yek û kêliyên watedar hatin jiyîn. Di navbera kêlan de ku bi findan hatin ronîkirin, dua hatin kirin û hêsir li ser rûyan kêm nebûn. Van serdanên pîroz êşên hevpar û hevgirtina civakî ya gelan dubare bi bîr xistin. Van seredanên watedar ên ji bo goristanan rêz û dilsoziya gelan a ji bo paşeroja wan xurttir kir û bûn sedem ku di navbera paşeroj û dema niha de pireke xurt ava bibe.

KENÊ LI SER RÛYÊ ZAROKAN BÛN SEDEMA KÊFXWEŞIYÊ

Kenê li ser rûyê zarokan tevî wêrankariya şer jî hêviyê dide mirovan û baweriya ji pêşerojê re jî zindî digirin. Zarokan weke hemû caran şekirên xwe kom kirin û bi kenê li ser rûyên xwe derdora xwe veguheradin baxçeyê bihuştê. Zarokên di nava telaşeke şêrîn de bi hemû coş û enerjiya xwe ya xweşik cejna xwe pîroz kirin. Bi cil û bergên xwe yên xweşik li ber deriyê her malê weke kulîlkan xwe nîşan dan. Bi kevneşopiya berhevkirina şekiran û rêçên kenê xwe, li her kolanan hiştin û kêfxweşî û coşa cejnê derbasî hemû taxan kirin. Ev kêliyên pîroz bûn sedem ku mirov ji xirecira jiyana rojane dûr bikevin û bi bîr xistin ku hestên yekîtî û hevgirtinê çi qasî girîng in. Kêfxweşiyên zarokan bi ruhê cejnê re bûn yek û bûn sedema şadbûna her kesî.

HESTÊN YEKÎTIYÊ

Gelê ku serdanên xwe yên cejnê pêk anîn, di atmosfereke bicoş de hatin ba hev û kêfxweşiya xwe bi awayekî zelal nîşan da. Serdanên mêvanan ên roja ewil bi pêşwazîkirin û sohbetên jidil girîngiya rojên bi vî rengî dubare îspat kirin. Di serdanên cejnê de xwediyê malan bi hemû rûkeniya xwe awayê herî baş mûzavaniya mêvanên xwe kirin û bi xwarinên herî xweş sifreya xwe li gel mêvanên xwe parve kirin. hembêzkirin û kenên jidil ên di serdanan de hestên yekitiyê xurttir kirin.

Kêfxweşiya gelan a di kêliyên serdanên malan de bûn nîşaneya ruhê cejnê, rêz û heza mirovan a ji bo hev bi awayekî zelal nîşan da. Kêliyên kêfxweş ên serdanan bal kişand ser girîngiya yekîtî û bibîrxistina wê yekê. Kêfxweşî û şadbûna di serdanên cejnê de nîşan da ku coşa cejnê bi ruhê yekîtî û hevgirtinê hatiye tacîdarkirin. Ev hembêzkirin, pêkvejiyan û hevgirtina di çarçoveya manewî de helbet girêdayî bedêlan e.

HEMÛ BI SAYA ŞEHÎDAN E

Ger Şoreşa Rojava pêk nehatiba û Kurdên ku ji bo vê yekê canê xwe feda kirin û şehîd bûn, nebûna cejn tu carî ev qas azad û bi ewle nedibûn. Ne ku gel bi awayekî azad bawerî û kevneşopiyên xwe bijîn, nedikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Bi saya şehîdên me yên netewî û bi rûmet ku dilsozê felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelan Rêber Apo bûn, heya dawiyê parastina welatê xwe kirin û tevlî karwanê nemiran bûn, îro li Rojava cejn tên pîrozkirin û malbat bi awayekî azad serdana hev dikin.