Di Bagera Cizîrê de 23 çete hatin kuştin

Di qonaxa duyemîn a Bagera Cizîrê de ya ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dabû destpêkirin, şervanan qada 3 kîlometrekare rizgar kirin. Di van şeran de 23 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bîlançoya du rojan eşkere kir. Di van şeran de qadeke 3 kîlometrekare hate azadkirin û 23 çete hatin kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:

“Baskê Baxoza Jorîn: Rêxistina terorîst li hemberî nuqteyên ku hêzên me beriya du rojan rizgar kiribûn êrîşeke dijber pêk anîn. Hêzên me duh dîsa êrîş kirin û nuqte vegerandin û 1 km rizgar kirin. Her wiha 9 nuqteyên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Di şerê li vê baskî de, 3 mayîn bi bûldozereke rakirina mayînan ve teqiya, her wiha ziyanên maddî gihişt wesayîya Hûmmer. Mayîna sêyemîn bi wesayîta veguhestina çekdaran ve teqiya di encamê de 10 şervanên me birîndar bûn, rewşa yek ji wan giran e.

Her wiha, li vî baskî, fermandariya me ya meydanî ya hêzên me diyar kirin ku 23 çete hatin kuştin, yek ji wan sekvan bû. Di dema nîvro de jî li heman deverê 20 çete hatin kuştin û bi şevê jî 2 çete hatin kuştin.

Li baskê li beramberî eniya Baxoz terorîst êrîşeke dijber li hemberî nuqteyên ku hêzên me demên berê rizgar kiribûn, pêk anî. Hêzên me careke din êrîş kirin û nuqte dîsa vegerandin û 1 km pêşde çûn, her wiha 7 nuqteyên din rizgar kirin.

Bi giştî ferahiya ku hate rizgarkirin heta niha 3 kîlometrekare ye.

Hêzên Koalîsyonê duh jî bi awayekî çalak beşdarî operasyonên şer bûn. Di vê çarçoveyê de balafirên şer bargehên çeteyan kirin hedef û bi moşêkan êrîş kirin. Her wiha deverên sabit ên çeteyan jî topbaran kirin.”