Dewleta Tirk wekaleta mal û milkê şêniyên Efrînê betal dike

Dewleta Tirk a dagirker qeyda mal û milkê şêniyên Efrînê yên ku dagir kirine, betal dike û difiroşe biyaniyan.

Dewleta Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî  wekaleta mal û milkê şêniyên li Efrînê mane ku milkên xizmên xwe bi rê ve dibin, betal dikin da ku dest deynin ser milkan û bifiroşin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandin, dewleta Tirk wekaleta welatiyên ji Efrînê koç kirîne betal dike û mal û milkê wan difiroşe biyaniyan.

Kirîn û firotina milkan ji aliyê biyaniyên ku li herêmê ji aliyê dagirkeran ve hatine bicihkirin tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker demografiya Efrînê diguherîne û hewl dide şêniyên mayî jî bi rêya zextan û pêkanîna sûcan bide koçberkirin.