Dewleta Tirk qadeke ji 100 hezar donimî ya çandiniyê şewitand

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Gulanê ve êrişên xwe yên li ser zeviyên çandiniyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Heta niha herî kêm qadeke ji 100 hezar donim a çandiniyê şewitandiye.

Çandinî ku çavkaniya bingehîn a aborî û debarê ya herêmê ye, di hedefa êrişkariya dewleta Tirk a dagirker de ye. Dewleta Tirk ku tevî çeteyên xwe qadên dagirkirî talan dikin, her wiha bi rêk û pêk êrişê dibin ser herêmên din. Roja ku bombardûman neyê kirin nîne.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre cotkaran, heta niha 100 hezar donim zeviyên genim û 360 donim bexçeyên zeytûnan hatine şewitandin.

Şewat bi giranî li wan herêman hatiye derxistin ku li ser sînorê herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Bîlançoya şewata li herêmên Cizîr, Firatê û Şehbayê wiha ye:

Li gundên Til Temirê zeviyên ji 13 hezar donimî, li gundên Zirganê zeviyên ji 17 hezar donimî.

Li herêma Firatê 35 darên zeytûnê û 21 hezar û 560 donim qada çandiniyê hatin şewitandin.

Li Minbicê û gundên wê, ji ber şewata ku bi destê çeteyan hate derxistin 540 donim zeviyên genim û ceh û 360 donim bexçeyên fêkî û zeyhtûnan hatin şewitandin.

Li Şehbayê 600 donim zeviyên genim û ceh û 3 hezar û 500 darên zeytûnê şewitîn.

Li navçeyên Til Berak û Til Hemîsê yên kantona Qamişloyê 4 hezar donim qada çandiniyê şewitî.

Li gundên Hesekê 27 hezar û 70 donim zeviyên çandiniyê ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Li Dêra Zorê 14 hezar û 100 donim zeviyên çandiniyê zerar dîtin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo diyar kir, ku di dema destwerdana ji bo vemirandina şewatê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ'ê bi hev re di sala 2019'an de di dema palehiyê de bi sedan donim qada çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitandibûn û derb li aboriya Rêveberiya Xweser xistibûn.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, par 435 hezar û 500 donim qada çandiniyê hate şewitandin.