Dewleta Tirk li Kobanê zeviyên çandiniyê şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandî yên gundê Çarixli ya Kobanê dan ber agir.

Li gorî seata herêmê li derdora seat 15:30’an dagirkeran zeviyên çandî yên gundê Çarixli ya girêdayî Kobanê dan ber agir.

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê heta niha, çandiniya yek ji jêderên bingehîn a Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê raste rast bi şêweyek sîstematîk dikin hedef.

Li gorî qeydên ANF’ê di serî de, Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şehba, Şêra, Şêrewa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê heta niha, li nêzî 40 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan dane ber agir. Bandora şewatê li dehan gund û bi hezaran kesan kir.