Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî di bin gefa dagirkeran de ye

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ji serê meha Gulanê ve êrîşên xwe yên li dijî zeviyên çandiniyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Herî dawî zeviyên çandiniyê yên li gundê Um El-Kêf ya Til Temirê hate şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Um El-Kêf ya Til Temirê bombe kir. Di encama êrîşê de li zeviyên çandiniyê yên gel şewat derket. Ji ber êrîşan mudaxleyî şewata li herêmê nehate kirin.

Roja 27’ê Gulanê jî zeviyên gundê Qasimiyê ya Til Temirê hatibûn şewiatandin. Heman rojê zeviyên çandiniyê ya gundê Qesarê ya Şehbayê jî bûbûn hedefa êrîşan û hatibû şewitandin.

Roja 24’ê Gulanê zeviyên gundên Til Mihemed û Enîq El Hewa yên dikevin başûrojavayê navçeya Zîrganê jî şewat derketîbû.

Roja 23’ê Gulanê zeviyên gundê Um El Kêf ya dikeve rojava û gundê Qasimiyê û Rîhaniyê yên dikevin bakurrojavayê Til Temirê hatibûn şewitandin.

DI NAVA 28 ROJAN DE NÊZÎ 40 HERÊM HATIN ŞEWITANDIN

Dewleta Tirk a dagirker bi taybet ji serê meha Gulanê ve êrîşên xwe yên li dijî zeviyên çandiniyê ku yek ji çavkaniyên herî bingehîn ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye zêde kirine.

Li gorî agahiyên ANF’ê serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şehba, Şêrawa û Kobanê jî di anvde ji serê meha Gulanê ve li nêzî 40 herêmên zeviyên çandiniyê yên gel hatin şewitandin. Şewat bandora xwe li gelek gund û bi hezaran kesan kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2019’an de jî mil dabûn milê hev û di demê werza çinînê de bi sedhezaran zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitandibûn û xwestibûn derbeyekê li aboriya Rêveberiya Xweser bidin.

Li gorî daneyên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di sala derbasbûyî de 435 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê hatibûn şewitandin.