Dewleta Tirk li gundê Ewn Dadatê jinek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ewn Dadat ê Minbîcê jinek birîndar kir.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ewn Dadat ê Minbîcê jinek birîndar kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê Minbîcê dide. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê di bomberdûmanê de jinek bi giranî birîndar bûye.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê jin ji gund derxistin û ew anîn Nexweşxaneya Minbîcê.
Bomberdûmana li ser gund didome.