Dewleta Tirk li Eyn Îsayê 11 mal wêran kir
Di encama êrişên dewleta Tirk yên wê dawiyê yên li ser gundên girêdayî kantona Girê Spî 11 mal wêran kir. Ji 2019’an û şûnde hejmara malên kavilkirî gihîştiye 124’an.
Di encama êrişên dewleta Tirk yên wê dawiyê yên li ser gundên girêdayî kantona Girê Spî 11 mal wêran kir. Ji 2019’an û şûnde hejmara malên kavilkirî gihîştiye 124’an.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de, bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî û rêya M4 kir û rojane bi dehan obus û moşekan topbaran kirin.
Gundên Sêde, Melek, El- Cedîdê, Muşêrefê, Hewalek, Um Hoş, Erîda û rêya M4 ya navneteweyî ji baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Kermazat û baregehên li nêzî rêya M4 tên bombebarankirin.
Li gorî Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a meclisa navçeya Girê Spî, di encama bombebaranê de 11 mal wêran bûne.
Ji rêveberên Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan Fatêh Kardo li ser encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundan hişyar da û bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku tev bigerin û dawî li vê êrişan bînin.
Di encama êrişên dewleta Tirk ên vê dawiyê de, ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve li gundên li eniyên şer ên kantona Girê Spî 124 mal hatin wêrankirin.