Dewleta Tirk li Efrînê 5 kesên din revandin

Dewleta Tirk a dagirker, li navçeyên Cindirês û Şiyê yên girêdayê Kantona Efrînê bi ser malan de girt û 5 kes revandin.

Li gorî çavkaniyên ji Kantona Efrînê ya dagirkirî, dewriyeyeke îstixbarata dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên polîsên leşkerî, duh bi ser navçeyên Cindirês û Şiyê yên Kantona Efrînê de girt û 5 welatiyên bi navê Mihemed Îsmaîl El Ehmed (32), Mihemed Elî Hemîd (26), Mûsa Mehmûd Hesen (24) ji navçeya Cindirêsê, Xelîl Sibhî Ehmed (32) û Welîd Ciwan Mihemed (28) ji navçeya Şiyê ye bi tawan û hincetên derew revandin.

Aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.

Feyleq El Şam a çeteyek ji çeteyên dewleta Tirk 26’ê Hezîranê, ji gundên Burc Qasê û Fafirtfîn ên navçeya Şêrawayê 3 kes revandibûn.

Dewleta Tirk ji sala 2018’an ku Efrîn dagir kiriye heta bi niha gelek kes revandine. Gelek kes bi di ber dayîna fîdye de hatin berdan, hin ji wan hatin kuştin. Hêj jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn.