Dewleta Tirk li Şêrawa welatiyek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî qetil kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî (55) yê bi navê “Ebû Luqman” qetil kirin.

Li gorî heman çavkaniyan Seîd Ehmed Şêx Elî bi traktora xwe diçû gundê Xezawiyê da ku hin pêdiviyên xwarinê bistîne, lê dema ji gundê xwe derdikeve 2 wesayîtên çeteyên Feyleq El Şam didin pey wî û dûre Seîd kuştî tê dîtin. Li gorî çavkaniyan ji bo ku çete sûcê xwe binixumînin, traktorê diqulibînin da ku mirina Seîd Ehmed Şêx Elî wek encama qezayê xuya bike.

Çavkaniyan piştrast kir ku Seîd bi guleyekê ku li serê wî ketiye, hatiye qetilkirin û got: “Çeteyan cenazeyê wî xiste tûrekî reş, ji malbatê xwestin devê tûr venekin û wî zû veşêrin. Lê belê malbata wî israr kir ku tûr vekin û piştre veşêrin. Wê demê dibînin ku guleyek li serê wî ketiye. Malbata welatiyê hatî qetilkirin ji tirsa nikarin behsa mijarê bikin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Seîd û kurê wî berê jî gelek caran ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, êşkence li wan hatibû kirin û gefa kuştinê lê hatibû xwarin.