Dewleta Tirk di meha Mijdarê de 71 kes revandin

Li gorî rapora meha Mijdarê ya Tora Çalakvanên Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 71 kes revandine û 3 kes jî qetilkirine.

Toreya Çalakvanên Efrînê (AAN) raporek li ser sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê ya meh Mijdarê yên li kantona Efrîna dagirkirî weşand.

Li gorî rapora sûcên hatine kirin wiha ne:

-3 welatî hatin qetilkirin, ji wan kesekî temen mezin û kesekî din ji ber îşkenceyê

-Li zêdetirî 7 kesan îşkence hate kirin, di nav de 2 kesên temen mezin hebûn.

-Zêdetirî 71 welatî hatin revandin, di nav de 16 temen mezin, 6 jin û 1 zarok.

-Guhertina demografîk: Zêdetirî 3 mizgeft hatin avakirin û çerxerêya sembola neteweya Kurd hat rûxandin.

-Şûnwar:  Nîşandeyên zêdetirî 7 cihên şûnwarî hatin guhertin.

-Qutkirina daran:  Li 10 cihan, zêdetirî 3 hezar û 500 dar hatin birîn.

-2 bûyerên desteserkirinê çêbûn.

-6 bûyerên diziyê.

-Li 10 herêman bace hatin ferzkirin.