Dewleta Tirk carekî din zeviyên çandiniyê yên Til Temirê şewitand
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de zeviyên çandiniyê yên Girê Spî kir hedef û şûnde zeviyên çandiniyê yên welatiyên sivîl ên Til Temirê şewitandin.
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de zeviyên çandiniyê yên Girê Spî kir hedef û şûnde zeviyên çandiniyê yên welatiyên sivîl ên Til Temirê şewitandin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, hezên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvroyê de zeviyên çandiniyê yên gundên Feyseliyê û Rîhaniyê yên Til Temirê şewitandin.
Li gorî saeta herêmî saet derdorî 15:00’ê jî şewta li herêmê hê jî dewam dikir. Ji ber êrîşan mudaxeleya şewatê nayê kirin.