Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk zeviyan dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker van heftiyên dawî li qadên Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyê zeviyên dexlan dişewitîne. Herî dawî îro li Girê Spî şewat hate derxistin. Aboriya xwecih dikin hedef.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Serzorê û Farisê yên Girê Spî zeviyên dexlan şewitand.

Li gorî jêderên xwecih şêniyên gundan xwe hazir dikirin ku dexlên xwe biçinin. Saet li derdora 12.45'an jî şewatê berdewam  dikir.

Dewleta Tirk a dagirker van heftiyên dawî êrîşên xwe yên li ser aboriya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye.

14'ê Gulanê gundên Qizelî û Silîpê û depoya gênim a Qizelî bû hedefa dewleta Tirk.

13'ê Gulanê jî çeteyên dewleta Tirk zeviyên gundên Babê şewitandin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê û cotkaran ji bo ku şewat mezintir nebe çûne vemirinandinê û şewat tefandin

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Baran Arîme got çeteyên Tirk ên 'Mertalên Firatê'' li  gundê Şêx Nasir şewat derxistine, li herêma ku şewat derxistine darên gwîzan û zeytûnan hene û her wiha zeviyên gênim.

12'ê Gulanê jî zeviyên gundê Temamiyê ya Eyn Îsa hatin şewitandin, şewatê xwe gihande zeviyên gundên Seyda û Mexalaqê.

10'ê Gulanê jî rêya M4'ê ya di ber Kampa Koçberan a Eyn Îsa re diçe û gundên Qizelî û Şorbenîskê yên Girê Spî hatibûn bombekirin û şewat derketibû.

4'ê Gulanê jî gundên Zenûbiya û Zey Ereb ên Girê Spî hatibûn bombekiirin, mal û zeviyên gel hatibûn şewitandin.

Dewleta Tirk par jî bi rengekî sîstematîk zeviyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiribû hedefa xwe û 435 hezar û 500 donim zeviyên çandî şewitandibû.