Dewleta Tirk careke din Til Rifet û gundê Şêx Îsa bomberdûman kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Îsa ya li herêma Şehbayê bomberdûman kir.

Çeteyên dewleta Tirk ên ku xeta Cerablûs, Exterîn, Mare, Ezaz û Babê dagir kirine, navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa yê li Şehbayê bomberdûman kir.

Çeteyan 6 hawan avêtin Til Rifetê û li gundê Şêx Îsa jî li bendeke hêzên dewleta Sûriyeyê dan. Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji herêmê wergirt, di êrîşê de ya li dijî benda kontrolê 6 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku êrîşa li dijî Til Rifet û Şêx Îsayê bîska din sekiniye.

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe di 10’ê Îlonê de top avêtibû Til Rifetê. Çeteyên ku li navçeya Maraîyê bi cih bûbûn, navenda Til Rifetê bomberdûman kiribûn û dibistana bi navê Ûsama Dirbes a li bakurê navçeyê kiribûn hedef.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê bi awayekî sîstematîk sivîlan dike hedef. Efrîn di serî de ji gelek cihan nûçe tên ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan dikin. Di van êrîşan de qadên sivîlan tên bomberdûmankirin, malên gel tên talankirin, mirov tên rewandin, êşkence û tacîz û tecawiz tên kirin.