Dewleta Tirk bi obusan êrîşê Şehbayê kir

Dewleta Tirk gundên Um El Hoş û Um El Qura yên Şehbayê bombebaran kirin. Her wiha artêşa ku dewleta Tirk ji çeteyan ava kiriye li gundê Hacî Meterî yê Dêrikê bi çekan bera mîh û şivanan da; gelek mîh telef kirin.

Dewleta Tirk ji xeynî Başûrê Kurdistanê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike.

Artêşa ku dewleta Tirk ji çeteyan berhev kiriye, gundên Um El Hoş û Em El Qura yên Şehbayê bombebaran kirin. Heta niha 7 guleyên obusan li her du gundan ketine. Ji ber êrîşan xisara bi madî çêbû.

Her wiha dewleta Tirk êrîşê şivan û keriyê mîhên wan kir, gelek mîhên gundiyên bi navê Eta Serhan û Seîd Hecî kuştin.