Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundewarên Eyn Îsayê barand
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev bombardûmaneke giran li gundewarên Eyn Îsayê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh bi şev bombardûmaneke giran li gundewarên Eyn Îsayê kirin.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi şev gundê El Mişîrfê yê li bakurê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.
Êriş di demeke welê de hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yê li ser Eyn Îsa û bejahiya Kantona Girê Spî giran kiriye. Dagirkeran li hemberî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk çeper çêkirin û xendek kolan. Her wiha baregehên leşkerî yên li vê qadê xurt kirin û bi dehan çete û leşker bi cih kirin.