Dagirkeriya dewleta Tirk li Reqayê protestokirin

Li Reqayê li dijî sûcên şer û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek a protestoyî hate lidarxistin.

Bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Bajarokê Hatîfe ya li rojavayê Reqayê kom bûn.

Saziyên civaka sivîl û nûnerê partiyên siyasî tevlî meşê bûn.

Çalakger hetanî qada bajarok meşiyan û li wir mitîng lidar xistin.

Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Bajarokê Tişrînê Abdullatîf Hemed axivî û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li herêmên dagikirî pêktîne û bêdengiya qada navnetewî ya li dijî van sûcan şermezar kir.

Endama Meclîsa Partiya Pêşerojê ya Suriyeyê Xanim Cuma jî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî li pêş çavên cîhanê sûcên şer pêk tîne.

Çalakî bi dirûşmeyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.