Dagirkeran zeviyên Şehbayê dan ber agir

Dewleta Tirk û çeteyên wan zeviyên çandiniyê yên gundê Herbel a Şehbayê dan ber topan û şewat derket.

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wan şewitandina zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Dagikerên li beldeya Marî ya herêma Ezazê dimînin, vê carê bi topan gundê Herbel yê Kantona Şehbayê kirin hedef. Di encama êrîşa seatên nîvro pêhatî de, li gund di zeviyên genim û ceh de şewat derket.

Şewat, bi mudaxeleya tîma komîteya rewşa neasayî ya herêmê hate vermirandin.