Dagirkeran li Efrînê 2 jinên din ên Kurd revandin

Qaşo rêxistina polîsan a dewleta Tirk a dagirker, doh bi şev avêt ser maleke Kurdan û 2 jinên Kurd revand. 3 kesên ku berê ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, ji ber êşkence li ber mirinê rakirin nexweşxaneyê.

Li Efrînê kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin. Heta niha bi dehan jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û hinek ji wan hatin kuştin. Dewleta Tirk ji bo hovîtiya çeteyên xwe binixumîne li navenda Efrînê çeteyeke bi navê 'rêxistina polîsan' ava kiriye. Ev rêxistin jî kiryarên xwe yên hovane didomîne û jinan direvîne.

Çeteyên vê komê doh êvarê saet 21'ê avêtin ser mala Abdûrahman Nahsen a li taxa Zeydiye ya li navenda Efrînê û Fîryal Nahsen a 34 salî û Nazliye Nahsen a 36 salî revandin. Nayê zanîn bê her du jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin bi ku ve birine.

3 CIWANAN JI GUNDÊ BIRC HEYDERÊ HATIN REVANDIN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji dehan gundiyên roja 9'ê Tebaxê li gundê Birc Heyder ê Şêrewayê hatin revandin, 3 jê doh ji aliyê çeteyan ve rakirine nexweşxaneyê. Tê gotin, çeteyan bi lêdanê 3 ciwan anîne ber mirinê û piştre ew rakirine nexweşxaneyê.