Dagirkeran li Şêrawa sivîlek din birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesên ku şewata bi zeviyan divemirandin dan ber topan. Di êrîşê de ciwanek birîndar bû.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Burca Qasê yê Şêrawayê bi cih bûne vê êvarê agir bi zeviyên genim û ceh xistin. Şewat belavî gundên Kelotiyê û Zoqa Mezin bû.

Dema ku şêniyên gundê Kelotiyê hewl didan şewatê vemirînin ji aliyê çeteyan ve hatin topbarankirin. Di encamê de Suleyman Cemîl Îbrahîm ê 22 salî birîndar bû.

Suleyam rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê.

Li gorî doxtoran rewşa Suleyman giran e, niha di odeya çavdêriyê de ye.