Dagirkeran kesek revandin

Çeteyên Cîhaz El-Emîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê Ehmed Silêman Bekir revandin.

Çeteyên Cîhaz El-Amîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Gulanê de Ehmed Silêman Bekir (32) ji gundê Çeqala yê navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê revandin.

Hat zanîn ku Silêman Bekir piştî ku Efrîn hat dagirkirin koçberî Lubnanê bûye û piştî ku vegeriya Efrînê ji aliyê çeteyan ve dîl hat girtin.