Dagirker zeviyên gundên Zirganê dişewitînin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe agir berdan zeviyên gelek gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê. Li gundekî jî xanî şewitandin.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker agir berda zeviyên çandiniyê yên gundên Um Şêfa, Til Mihemed, Xirbet Cemo, Îneg El Hewa, Qebir Kebir û Xirbet Xidir ên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê.

Her wiha li gundê Xirbet Xidirê xanî jî şewitandin.

JI DESTPÊKA MEHA GULANÊ VE ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÇANDINIYÊ ZÊDE BÛN

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve yekser êrişê dibe ser çandiniyê ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên debara li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li gorî daneyên ANF'ê di serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şêra, Şêrawa û Kobanê li 20 herêman ji destpêka meha Gulanê ve zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

PAR 435 HEZAR Û 500 DONIM ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ HATIBÛN ŞEWITANDIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2019'an de bi hev re bi sed hezaran donim zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitandibûn û êriş biribûn ser aboriya Rêveberiya Xweser.

Li gorî daneyên ji aliyê Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, par 435 hezar û 500 donim qada çandinî hate şewitandin. HSivîl, şervanên QSD'ê, Arkuj û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di nav de 14 kesên hewl dan şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan.

Cotkar û saziyên çandiniyê yên li Herêma Cizîrê ku ji heman rewşê bi fikar in, tevdîrên awarte werdigirin.