BI DÎMEN

Cûdî: DAÎŞ’ê xwe spartiye dewleta Tirk

Ji fermandarên QSD’ê Serdar Cûdî wiha got: “Li Kampa Holê her roj nifşên nû yên DAÎŞ’ê mezin dibin. DAÎŞ’ê xwe spartiye dewleta Tirk.”

‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya ku bi pêşengiya YPJ’ê hêzên QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn 27’ê Çileyê li Kampa Holê dayî destpêkirin, di roja 8’an de dewam dike.

Ji fermandarên QSD’ê Serdar Cûdî têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û operasyona li kampa Holê ji ANF’ê re axivî.

Serdar Cûdî diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser li pêşiya planên qirêj ên dewleta Tirk asteng e û got: “Em bi hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di nava sîstemeke demokratîk de dijîn. Di serî de dewleta Tirk, gelek dewletan xwestin nakokiya Kurd û Ereban çêbikin. Lê ev planên wan bêencam man. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb, Asûrî, Suryanî û Kurdan bi hev re têkoşîneke mezin kirin û hîna jî têdikoşin. Hemû armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku QSD’ê tune bike. Di vî warî de rêbazên xwe yên şerê taybet didomîne. Êrîşên li ser herêmê dewam dikin. Lê dewleta Tirk wê nekare QSD’ê tune bike. Dewleta Tirk bi êrîşkirina sivîlan, dixwaze gel bitirsîne û herêmê vale bike. Dewleta Tirk hewl dide tola têkçûna xwe ya li hemberî QSD’ê, ji gel bistîne.”

Serdar Cûdî destnîşan kir ku metirsî heye ku DAÎŞ car din zindî bibe û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe sûdê herî mezin dide DAÎŞ’ê. Dema ku me qonaxa sêyemîn a pêngava Holê da destpêkirin, dewleta Tirk ji hêzên Ewlekariya Hundirîn hevalên me şehîd xistin. Ev hevalên me ji bo tevlîbûna vê pêngavê dihatin. Di roja 7’an a pêngavê de hevalên me yên di pêngavê de cih digirin ji bo pêwîstiyên xwe dabîn bikin çûn Qamişloyê, lê dîsa bûn hedefa êrîşên balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk û 4 hevalên me şehîd bûn. DAÎŞ’ê îro xwe spartiye dewleta Tirk. Her êrîşeke ku li dijî me tê kirin, ji DAÎŞ’ê re dibe moraleke mezin. DAÎŞ li herêmê tune nebûye. Dibe ku di pêvajoyên pêş de DAÎŞ êrîşên hîn mezintir pêk bîne.”

Fermandar Serdar Cûdî ragihand ku dema di sala 2021’an de êrîşên girtîgeha Xuwêran destpê kirin, li Kampa Holê jî êrîş destpê kirin û got: “Emîrekî wan ê li Iraqê ji wan re ev peyam şand, ‘hûn li vê kampê xwarina xwe dixwin, perwerdeya xwe dibînin. Çima hûn na rabin ser piyan? Hûn ji me re lazim in. Bûyera Xuwêran projeyeke me ya cuda ye’. Yanî bi wateyeke din Kampa Holê weke akademiya DAÎŞ’ê ye. Ez weke leşkerekî ji çeteyekî DAÎŞ’ê yê 20 salan natirsim. Lê mirov ji nifşekî ku dema ji dayik dibe bi zihniyeta DAÎŞ’ê mezin dibe, ditirse. Roj bi roj dema ev zarok mezin dibe, zihniyeta DAÎŞ’ê jî pê re mezin dibe. Zarokên li Kampa Holê mezin dibin, li ser esasê vî fikrî mezin dibin, ‘Ez DAÎŞ’î me, zilm li min hat kirin, hemû mirovên mayî kafir in’. Li kampa holê zarok li ser esasê zihniyeta terorê tên mezinkirin. Li vir QSD’ê berpirsyariya vê yekê girtiye ser milê xwe. Weke wezîfeyeke mirovî helbet em ê vê wezîfeyê pêk bînin. Helbet em ê nehêlin ku şandeyên DAÎŞ’ê mezin bibin û belav bibin. Lê îro li kampa Holê mirovên ayîdê bi dehan welatan hene. Ev welat malbatekî jî qebûl nakin. Li kampa Holê 50 hezar DAÎŞ’î hene. Gelo kî dê berpirsyariya xeteriya ku ev diafirînin, bigire ser milê xwe? Gelek welat dibêjin ku ew metirsiya van malbatan a li ser gelê xwe nagirin berçav. Îngilistan û gelek welat heman tiştî dibêjin. Eger ji bo wan yek malbat jî metirsî be, xeteriya 50 hezar DAÎŞ’iyan li ser me nîne? Dema dewleta Tirk car din bi teknîka xwe bi dijwarî êrîş kir, evane wê car din metirsiyeke cidî çêbikin. Ji bo kampa Holê pêwîstî bi alîkariyeke cidî heye. Ez qala alîkariya çek yan madî nakim. Tişta ku ez qalê dikim, bi Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê re avakirina têkoşîneke hevpar, divê ev kamp di rojeva hemû cîhanê de be. Îro li vê kampê kontroleke bi zehmetî tê kirin. Parastina ku ji aliyê QSD’ê ve jî bê kirin, sînordar e. Sibe yan rojek din ti kes nikare ji QSD’ê re bibêje, ‘we nekarî’. Îro bi sedan hevalên me kontrola zêdeyî 50 hezar DAÎŞ’iyan dikin.

Niha kampa Holê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye. Piraniya derdora wê çol e. Dema şert û mercên hewayê xerab bûn, vê carê zêde bandora teknîkê jî nake. Bi sedan mirov dikarin biçin û werin. Evane li kampa Holê perwerdeya DAÎŞ’ê dibînin. Di dema operasyonê de me hin belge dîtin. Di van belgeyan de made bi made feraseta cîhadê hatibû nivîsîn. Ev belge bi Tirkî hatine nivîsîn û li Stenbolê hatine çapkirin. Zarok li ser van belgeyan perwerde dibînin. Mînak, ‘cîhad çiye û her Misilmanek çawa dikare li dijî kafiran cîhadê bike’, bi vî rengî qural di belgeyan de hatine nivîsîn.

Helbet dewleta Tirk vê yekê dibîne. DAÎŞ’iyên ku ji Ewropayê hatine, hemû bi rêyên hewayî yên Tirkiyeyê derbas bûn. Bi rojane medyaya Tirk dibêje ku li kampa Holê şîdet û zext heye. Cîhan vê pêngavê dişopîne û dibîne. QSD bi tena serê xwe vê pêngavê nake. Koalîsyona Navneteweyî vê pêngavê ji nêz ve dişopîne û ew jî metirsiya DAÎŞ’ê ya li kampa Holê dibînin. Dibe qonaxa vê ya 4 û 5’emîn jî çêbibe. Emîrên ku li Iraq û Sûriyeyê planên çalakiyan kirine, ji vê kampê derketin. Emîrê DAÎŞ’ê Ebu Ubeyde berî demeke kurt li vê kampê hate kuştin. Lê piştî mirina Ubeyde yekser emîrekî nû derxistin. Li vê kampê bi her awayî bi sîstem xwe rêxistin dikin. Li ser pisîk û zarokan, serjêkirinê fêrî zarokan dikin. Weke hêza leşkerî tedbîrek hatiye girtin, lê ev tedbîr jî wê têrê nekin. Divê di serî de Koalîsyona Navneteweyî hîn zêdetir piştgiriyê bide û hemû cîhan jî vê berpirsyariyê bigire ser xwe.”

Fermandar Serdar Cûdî ragihand ku êrîşên dewleta Tirk bandoreke nerênî li ser vê pêngavê kir û ev tişt got: “Sê rojên destpêkê li beşê Muhacirat operasyon hat kirin. Tevahiya vî beşî ji jinên ji neteweyên cuda pêk tê. Em dikarin bêjin beşê herî bi xeter û bi pirsgirêk e. Welatiyên ku ayîdê bi dehan welatan hene li vir, lê ev dewlet xwedî li van dernakevin. Em jin û zarokan nakujin. Ev hêmaneke exlaqî ya QSD’ê ye. Ji bo me asta mirovî û exlaqî esas e.”

Serdar Cûdî diyar kir ku hin komên taybet hene ku tenê li ser vê kampê dixebitin û got: “Berpirsyarên van koman li Serêkaniyê û Girê Spî ne. Li Tirkiyeyê ne. Ji bo derbaskirina mirovekî 5 hezar-10 hezar dolar tê dayîn. Dewleta Tirk bi taybet li ser vê yekê dixebite. Li gorî gelek agahiyên ku hatine, DAÎŞ li gelek deveran car din çeteyên xwe kom dike. Ji Idlibê heta Şehba, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çeteyên xwe kom dike. Dewleta Tirk naxwaze operasyonên me li dijî DAÎŞ’ê çêbibin. Timî dixwaze nefesê bi DAÎŞ’ê bide standin. Helbet li vê kampê planên wan ên demdirêj hene. Mînak zarok timî diqêrin, bi rengekî ku DAÎŞ tune nebûye, DAÎŞ heye û mezin dibe dirûşmeyan diavêjin. DAÎŞ çawa mezin dibe? Weke leşkerekî ez jî mereq dikim. Gelek dever hene ku ne di bin kontrola me de ne. Li destpêka van deveran jî Serêkaniyê, Girê Spî, Îdlib, Efrîn û herêmên girêdayî hikûmeta Şamê hene. Di vî warî de DAÎŞ dixwaze xwe ji nû ve rêxistin bike û êrîşên xwe zêde bike. Em jî ji bo pêşî li vê yekê bigirin, çi pêwîst be wê bikin. Em ne poşman in ku me 11 hezar şehîd dane. Heta ku DAÎŞ tune dibe, em ê dewam bikin.”

Fermandar Serdar Cûdî anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi salane bang dike ku her welatek xwedî li mirovên xwe yên li vir derkeve û got: “Hefteyeke QSD û saziyên sivîl tevî şert û mercên zivistanê jî di nava fedakariyeke mezin de ne. Pêngav dewam dike, lê kengî wê bûyerek çêbibe ne diyar e. Ew li benda fermana ku ji wan re were, dimînin. Evane ji Serêkaniyê û Girê Spî ferman digirin. Ewqas malzeme û pere çawa derbasî kampê dibe? Di serî de dewleta Tirk, gelek dewlet dixwazin DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Dixwazin ji bo DAÎŞ’ê plan û projeyên nû ava bikin. Ji ber ku zêdeyî 10 sal derbas bûn, lê hîna krîza Sûriyeyê nehatiye çareserkirin. Dibe ku di van 2 salên pêşiya me de jî çareser nebe. Hîna ti kes ji bo çareseriyê amade nîne. Lê projeya îradeya me ya siyasî MSD’ê û em QSD amade ne û ji xwe 10 sal in em bi vê projeyê dijîn. Ji xwe tê zanîn jî ku ev proje ji bo her kesê ya herî guncaw e. Rewşa giştî ya kampa Holê bi vî rengî ye. Helbet ji xwe dema pêngav qediya, wê encamên giştî bê parvekirin.”