Ciwanên herêma Firatê bi meşekê xiyaneta PDK’ê şermezar kir

Ciwanên herêma Firatê bi meşa meşaleyî xiyaneta PDK’ê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo gerîlayên HPG’ê nîşan dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê li dijî xiyaneta PDK’ê meşa meşaleyî li dar xist. Bi sedan ciwan tevlî meşê bûn û bi dirûşmeyan xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. Meş ji parka 19’ê Tîrmehê dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê gerîlayên ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdkirin hatin hildan.

Piştî meşê li qada Şehîd Egîd daxuyanî hate dayîn. Cîgirê Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê yê Herêma Firatê Ehmed Derwêş daxuyanî xwend. Derwêş anî ziman ku ev ne cara yekemîne mala Barzanî li Kurdan xiyanetê dike û wiha got: “Kurd wê tu carê vê xiyaneta PDK’ê efû neke. Bila PDK baş bizane wê jiyana bi rûmet li her çar parçeyên Kurdistanê bikeve meryetê.“

Derwêş, bang li PDK’ê kir ku dest ji planên dijminatiya Kurdan berdin û got: “Em cihê xwe ligel fikir û ramanên Rêber Apo digrin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye bila her ciwan li dijî xiyaneta mala Barzanî bêdeng nemînin. Gerîla gel e, gel jî li vir e.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.