Ciwanên Ereb gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne bibîr anîn

Endamên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li qada lîstokê ya Şaredariya Reqayê bi çalakiyekê gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn, bibîr anîn.

Ciwanên Ereb ên li hev kom bûn, bi sînevîzyonekê gerîlayên ku bi çekên qedexe û kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbûn, bibîr anîn. Li vir li ser navê ciwanan Ela Reqa axivî. Reqa bal kişand ser erk û mîsyona ciwanan a di têkoşînê de û got: “Divê ciwan bi erk û rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”

Her wiha Reqa qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: “Dijmin êrîşî hemû netewan dike. Divê em ciwanên Kurd û Ereb xwedî li axa xwe derkevin. Bibin pêşeng.”

Çalakî bi dirûşman dawî bû.