Ciwanên Efrînê dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger di salvegera duyemîn a dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya Efrînê de daketin qadan û bi meşekê dagirkerî şermezar kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi tevlîbûna sedan ciwanî êrîşên dagirker û dagirkeriya Tirk a li Efrînê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Ciwan bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana zîndanan, serîhildin , tecrîdê têk bibin, Efrînê rizgar bikin’ û ‘Bi ruhê berxwedana Serdem û Rûmetê em ê vegerin Efrînê’ meşiyan.

Meş ji naverasta navçeya Til Rifet destpê kir li tevahî kolanê gerî û li têketina Til Rifetê vegerî mîtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi zimanê erebî û endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Rêgaz Hemo bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Aloziya li Sûriyê ku endazyarên wê ji împiryalîzm û kapîtalîzmê ne projeyên qewmî û îxwanî bi pêş xistin ku bigihînin civaka hev du dikuje. Her wiha jî da ku bigihînin fîtneya etnîkî bi rêya polîsê NATO’yê yê ku proja îxwan a Osmanî bi îdeolojiya sinî hembêz dike.

Efrîna zeytûn û aştiyê, Efrîna dîrokî ye, bajarê ku tevahî gelên ji alava şer direvîn hembêz kirin, destkeftiyên gelê xwe bi rêya kevir û çiyayên xwe parast, bajarê ku nimûneyek ji fikr û felsefeya demokratîk ku xwe dispêre rewşên civak, taybetmendiyên wan ji dîrok û çanda wan, pêşkêş kir. Li pêş van dayîn û rastiyan ji sepandina rêgez, nirxên civakî û mirovî weke rexnekirina kapîtalîzma desthilatdar ku ji zihniyeta civaka Ereb hatiye, hikûmetê şewqa kesk ji aliyê Rûsyayê wergirt ku bi hezaran şênî koçber kir, demografiya herêmê guhart, zarok kuştin û cihên dîrokî talan kirin.

Şerê li dijî Efrînê, qirkirina li dijî gel, mîras û dîroka wê bû ku li pêş çavên civaka navdewletî, rêxistinên navdewletî pêk hat, bêdengiya navdewletî li hember komkujiya li dijî zarokan, li hember pîroziya Barîn Kobanê, mohreke şermê li eniya wan e. Her wiha ji aliyê xweparastinê û ji têgeha şerê gel ê şoreşgerî, gelê me xak, çand, hebûna xwe bi xwe parast û li hember her peyman û siyaseteke krêt û li hember qirkinê berxwedaneke 58 rojan pêk anî.

Em îro û bi bo salvegera duyemîn a êrîşên faşîst li dijî xaka aştî û zeytûnê soza xwe ya têkoşîn û berxwedanê nû dikin. Em Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê soz didin şehîdên pîroz ku di rêxistina xwe, rêxistina civakê de da ku çete û îxaneta cîhanê lêpirsîn bikin, berdewam in û bi gotinên tund rêxistina navdewletî di derbarê bêdengiya wan a li ser berjewendiyên dewleta Osmanî de, şermezar dikin."

Meş bi diruşmên silavkirina şehîd û berxwedanê bi dawî bû.