Ciwanên Şehbayê li hev civiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehbayê civîneke girseyî lidar xistin.

Civîn di çarçovaya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de hat lidarxistin. Bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî civînê bûn. Hola civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan û pankartên ku “Cenga Azadiyê Serbixin” û “Jin Jiyan Azadî Serbixin Azadî” hatibû nivîsandin, hate xemilandin.

Di civînê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Gerîlayên Azadiyê ku li dijî dagirkeriyê destanê qehramanîyê dinivîsînin bi berfirehî hat nirxandin.

Piştî deqeyekê rêzgirtin, civîn destpê kir. Piştre li ser navê ciwanan Baran Şahîn axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêje nahêle hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Ji ber ku dizanin fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê çareseriyê bi xwe re tîne. Lewma Dewleta Tirk a dagirker nahêle hevdîtin bên kirin.”

Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û îxaneta PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker û PDK bi hevre planên dagirkirina Kurdistanê armanç dikin. Bi vê yekê re dixwazin Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Di heman demê de hikumeta Iraqê jî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç dike.”

Di civînê de Ciwanan jî helwestê xwe li hemberî pêvajoyê raber kirin.

Her wiha jineke ciwan helwesta xwe nîşan da û soza xwe ya tevlîbûna nava refên Azadiya Kurdistanê da û got: “Ez rexnedayîna xwe li hemberî Rêber Apo û hemû şehîdan didim. Ez soz didim ku ez ê tevlî nava refên rêya azadîyê bibim. Ez ê tevlî nava refên gerîla bibim û ez ê çeka şehîdan hemûyan rakim.”

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.