Cephet El Ekrad: Ava ku hatiye birîn divê tavilê bê berdan

Fermandariya Giştî ya Cebhet El Ekrad bang li civaka navneteweyî kir ku nehêle dewleta Tirk avê weke çeka şer bi kar bîne û got, "Av mafê xelkê Hesekê û Sûriyeyê ye. Divê tavilê ev mafê wan bê dayin."

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad îro li ser malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minibicê, daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di ser dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Ezaz, Bab û Idlibê re ji aliyê dewleta Tirk ve çend sal derbas bûn. Ew herêm hatin rûxandin û zirarên mezin gihan şêniyên wan.

Dagirkeriya Tirk ew sûc hemû di bin navên 'Diri El-Firat, Çiqila Zeytûnê, Artêşa Nîştimanî' de bi piştgiriya leşkerên xwe ku çekên NATO'yê bi kar dianîn, pêk anî û êrişî bajar û herêmên Sûriyê kir. Di encamê de xanî bi ser xwediyên wan de hatin rûxandin, koçberkirina bi darê zorê, rûxandina malên sivîlan, binesazî, guhertina demografîk, tirkkirina nasnameyan, ferzkirina zimanê tirkî li dibistanan, guhertina rengên bajaran û navên kolan û dibistanan bi navên tirkî, ferzkirina pereyên Trikiyê, pêk hat. Her wiha dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê şerê avê dimeşîne û ava stasyona Elok ji ser şêniyên Hesekê dibir, her wiha nahêle ku ava çemê Firatê derbas bibe. Ew bi vê yekê qanûnên navneteweyî û herêmî û hemû hevpeymanan binpê dike.

Wekî Cebhet El-Ekrad, em teqez dikin ku ev sûc, sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê ne. Em ji berdewamkirina bikaranîna bajarên dagirkirî wekî navendên terorê, hişyariyê didin.

Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Meclîsa Ewlehiyê û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bir ola xwe ya mirovî, exlaqî û qanûnî rabin, avê bigihînin şêniyên Hesekê û bihêlin ku para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê derbas bibe. Ji ber ku ev kiryar wê pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bikin û aloziyê kûrtir bikin.

Em teqez dikin ku em li kêleka gelê xwe yê li hemû herêm û bajarên dagirkirî ne. Em ê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî têkoşînê berdewam bikin. Em ê girêdayî yekitiya gel û xaka Sûriyê bimînin."