Cenazeyên 4 şehîdên Qamişloyê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişloyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyên 4 şehîdên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Qamişloyê de şehîd bûbûn spartin axê.

Cenazeyên 4 şehîdan ji aliyê bi sedan kesan ve ji Morga li Taxa Enteriyê hatin wergirtin. Welatî ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin.

Endam û rêveberên saziyên civakî yên sivîl, saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li merasîmê amade bûn.

Darbestê şehîdan bi gulan, alên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin.  Dirûşmeyên “Tolhildan”, “Şehîd Namirin”, “Berxwedan Jiyan e” hatin berzkirin.

Piştî ku cenaze li cihê merasîmê hatin danîn, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birak Wead Ilêwî behsa lehengiya şehîdan kir û got: “Em ji hemû dayikên şehîdan re dibêjijn serê xwe hildin jor û bang bikin ku şehîd tu car namirin. Dewleta Tirk çiqas êrîşên xwe zêde dike, îradeya me bi hêztir dibe.”

Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen jî axivî û wiha got: “Şehîd ew in ên ku bi riya wan em li vir jiyana dikin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin, bi taybet ji malbatên 4 şehîdên me yên leheng re dibêjin bila her tim serê we hildayî be.”

Endamê Rêveberiya Têkiliyan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Arif bal kirşand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê û ev tişt got: “Bi saya şehîdan, em gihiştine vê asta bilind. Em çiqas li ser şehîdan biaxivin em nikarin mafê şehîdan bidin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku bi balafirên xwe yên hovane me têk bibe. Lê nizane ku îradeya me ji balafirên wî bihêztire. Di kesayeta şehîdan de lehengiyek pir mezin heye ji ber wê jî dibe ku em li ser xeta şehîdên xwe bin û xwedî li xwîna wan derkevin.”

Di dawiyê de wesîqeyên her çar şehîdan hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin. Piştre jî cenazeyên şehîdan hatin veşartin.