Cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîd û Mûsa spartin axê
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîd El-Elî û Mûsa El-Xanim bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîd El-Elî û Mûsa El-Xanim bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.
Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG'ê Xelîd El-Elî (Moro Hesekê) ê li bajarê Hesekê di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, Mûsa El-Xanim yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Saziya Malbatê Şehîdan a Hesekê wergirtin. Gel bi karwaneke wesîyatan ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.
Li rêya ketina goristanê gel darbesta şehîdan li ser milan kirin û bi diruşmeyên dilsoziya bi şervanên YPG/YPJ'ê re heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Horiya Nûridîn, li ser navê YPG/YPJ’ê Givara Hesekê û li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hevserokê Desteya Perwerdê ya Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û sond xwarin ku têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê veşartin.