Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Nazo hate veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê Endamê Erka Xweparstinê Elaedîn Nozê li bi merasîmekê Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamên Saziyên Kobanê, Hêzên Ewlekariya Hindir a Reqayê û hêzên Erka Xweparstinê jî di nav de bi sedan welatiyên Kobanê tevlî merasîma cenazeyê Endamê Erka Xweparastinê Elaedîn Nozê bûn.

Girseya gel a bê navber diruşmeya dilsoziya bi şehîdan re berz dikirin, li goristana Şehîd Dîcle pêşwaziya cenaze kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de Hevserokê Desteya Parastinê ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Elaedîn tevî ku zewicîbû jî lê erka xwe ya parastina welat pêk anî. Em hêza xwe ji şehîd û felsefeya rêberê xwe Ocalan digirin.”

Di berdewama merasîmê de endama Kongreya Star Semîra Hecî Kero jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasanamya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.