Li Tebqa û Minbicê cenazeyê şehîdan hatin veşartin

Cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Mihemed El Esaf li Tebqayê û Şehîd Şerîf El Ehmed jî li Minbicê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Mihemed El Esaf ê di 5’ê Mijdarê de li bajarokê Eyn Îsayê şehîd bibû, ji aliyê xelkê Kantona Tebqayê ve bi merasîmeke hate veşartin.

Xelkê kantona Tebqa, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistinên Civaka Demokratîk û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê beşdarê merasîmê bûn.  

Di merasîmê de fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Ehmed Tebqa axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker hîna hewl dide împaratoriya xwe ya Osmanî vegerîne. Di vê dema dawî de vê dagirkeriyê bi hemû rê û rêbazan hewl dide derbeyê li projeya neteweya demokratîk bixe."

Ehmed Tebqa soz da malbatên şehîdan û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, xwedî li fikra Rêber Abdullah Ocalan derkevin ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan temam bikin."

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa Ehmed El Xelef jî got: "Em ji vî cihî pîroz ve şehîdekî din ku di oxira rêça ronahî û azadiyê de şehîd bû oxir dikin. Em soza xwe nû dikin ku em li ser rêça wan in. Em ê destkeftiyên wan biparêzin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

MINBIC

Xelkê kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbic, partiyên siaysî, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jin, Hêzên Cebhet El Ekrad, Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, şêx û rûspiyê eşîran tevlî merasîma veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinêa şehîd Şerîf El Ehmed bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze El Hesen axivî û got: "Dê welat bi fedekariyên xelkê xwe parastî be."

Fermandarê Hêzên Eka Xweparastinê Rustem Cûdî jî axivî û soza domandina têkoşînê li ser rêya şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Hozan, Ehmed El Hisên got: "Şehîdên me bi fedekariyên xwe dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsand û derseke tund da dijmin ku balafir û topên wê me natirsînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.