Cenazeyê şehîd Daûd Xelef li Şedadê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Daûd Xelef bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Daûd Xelef ku li bajarê Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê rakirin û bi karwanekî ji wesayîtan birin goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî pêk anîn. Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm li merasîmê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Îbrahîm got, şehîd ji bo azadiya gelên herêmê canê xwe feda dikin.

Nacî Nicûm jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Piştre wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbtê hate kirin.

Welatiyan cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê li ber dirûşm û tilîliyan spartin axê.