Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed spartin axê

Welatiyên herêma El-Kerame ya Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Ehmed Şêx bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sîdedar spartin axê.

Welatiyên herêma El-Kerama cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed Şêx ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sîfedar a herêma El-Kerema spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirin û Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma El-Kerama axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Şêx re hate xwestin. Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Ehmed Şêx bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.