Cenazeyê endamê Hêzên Disîplîna Leşkerî Reşad Hiso hate veşartin

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyê cenazeyê endamê Hêzên Disîplîna Leşkerî Reşad Hiso bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê Reşad Hiso (Bahoz Dirbêsiyê) ku di êrişên Tirkiyê yên li ser navçeya Zirganê şehîd bûbû ji meclîsa malbatên şehîdan wergirt û ber bi goristanê ve ketin rê.

Merasîm li Stadyûma Beledî ya navçeya Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li aliyê din fermandarê QSD’ê Miehemd Nebî Kutê axivî û wiha got; “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe li ser herêmê nasnameya gelên herêmê qir bike û fîtneyan di navbera pêkhateyên wê de  biafirîne. Her wiha jî komkujiyan der heqê zarok û jinan de pêk bîne.”

Li ser navê malbata şehîd Reşad, Berfîn Hiso şervana YPJ`ê axivî û wiha got: "Şehîd Hiso ne şehîdê yekemîn ê malbatê ye û ne jî yê dawî ye, em wek malbata şehîd dê li ser rêça wî bimeşin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd Reşad Hiso bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.