Cenazeyê Şehîd Fîras El Casim hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fîras El Casim bi merasîmê hat veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎD

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fîras El Casim bi merasîmê hat veşartin. Xelkê Kantona Minbic, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê, deste û saziyên girêdayî wê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, rûspiyên eşîran û endamên partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Yasmîn Berkel axivî û got: "Em ê timî li pey şopa şehîdan bin.”

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Fîras El Elî axivî û got: "Şehîd lehengê ku di oxira parastina welat, pêkanîna azadî û rûmetê de canê xwe daye. Wî rêya azadiyê ronî kir."

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Minbicê Cuma Heyder axivî û got: "Şehîd rêya me ronî kir. Em jî sozê didin şehîdên xwe ku li dijî her dijminatiyekê li ser welatê me bisekinin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.