Cenazeyê Şehîd Ûmran li Hesekê spartin axê

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ûmran El Hamîd li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd Ûmran El-Hamid ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedrî Hewale axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ji mirinê natirsin, lê em ditirsin ku gelê me di bin zilma dijmin de bijî. Ji bo azadî û rûmetê em şer dikin.”

Hewale soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Berpirsê Têkiliyan ê Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salim Îbrahîm got: “Hêzên me wê gelê xwe biparêzin. Vîn û israra wan roj bi roj zêde dibe. Em ê heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê didin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di merasîmê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê (Qendîl) ê ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spartin axê.