Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê yê dema li gundê Xizanê yê Kobanê li ser erka xwe bûn şehîd ketin bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dicle hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG'ê Ebdilqadir Mihemed (Ebas Kobanê) û Delîl Ebdela (Lezgîn Kobanê) ên dema erka xwe pêk tanîn şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana şehîd Dicla a Kobanê bi merasîmekê veşartin.

Welatiyên beşdarî merasîmê bibûn, alên YPG, YPJ, TEV-DEM û wêneyên şehîdan rakiribûn. Merasîm li goristanê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir.

Pişre li ser navê Desteya Erka Xweparastinê Dilbirîna Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "şehîd Ebas û Lezgîn tevî ku xwedan malbat bûn dûrî erka welatê xwe neketin, van her du qehreman li dijî her êrîşan derketin. Bi tekoşîna xwe gotin ku zarokên vî welatî wê tu carî serê xwe ji dijminan re natewîn in."

Rêveberê PYD’ê Ehmed Xoce jî axivî û ev tişt anî ziman: " Bi saya xwîna van şehîdan em li ser piyan disekin in."

Diya şehîd Event Andoq, Helîm Îbrahîm jî di merasîmê de axivî û got ku hemû şehîd zarokên wê ne û got: "Keca min şehîda hemû gelê kurd e."

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di merasîmê de nasnameyên şehîd Eventa Andoq (Arîn Alî) û Kurtay Feraşîn (Kamîran Mislim) ên li Çiyayê Besta şehîd bûn, hate ragîhandin.

Cenazeyên herdu şehîdan bi diruşmeyan veşartin.