Birîndarên Şer: Em ê şopdarê hevrê Ferhat Şiblî bin

Birîndarên Şer têkildarî şehadeta Şehîd Ferhat Şiblî yê di encama êrîşa balafira bêmirov a biçek li navçeya Kelar a Silêmaniyê şehîd bû daxuyaniyek weşand û got: “Em ê timî li ser şopa hevrê Ferhat bimeşîn û ala azadiyê bilind bikin.“

Birîndarên Şer têkildarî şehadeta Şehîd Ferhat Şiblî yê di encama êrîşa balafira bêmirov a biçek li navçeya Kelar a Silêmaniyê şehîd bû daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de îşaret bi pêşengî, qehremanî, fedakarî û şoreşgeriya Şehîd Ferhad Şiblî hat kirin. Birîndarên şer di daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê li ser şopa Şehîd Ferhad Şiblî têkoşînê bilind bikin. 

Daxuyaniya Birîndarên Şer a ji bo Şehîd Ferhad Şiblî wiha ye;

“Careke din, li ser ezmanên welatê me ewrên reş digerin, welatê me careke din pêşengek, qehremanek yan jî hevrêyê gelek berdêlên giran da li temamê Kurdistanê, xwêdan rijand, xwîn da, parçe bi parçe ji laşê xwe da bêyî teredut bike, bêyî sekin li ser her çiyayeki Kurdistanê têkoşiya. Ji bo bipêşxistina jiyaneke watedar û bi azadî û demokratîk bê sekin û westan kar û xebat meşand. Hevrê Ferhat birîndarê şer bû, lingê wi nîn bû, bi demeke dirêj bêyî ku bibêje ez birîndarê şer im, bibejê min parçeyek ji canê xwe daye, di nav temamê şoreşê de têkoşiya. Îro carek din gelê me şoreşger, peşeng û qehremaneki wekî hevrê Ferhat Şiblî, hevrêyê hevrêyê xwe, pêşengek ji peşengên gelê xwe ji dest da.

Bila hevrê Ferhat bizane wek hevrê û gelê wî, wek temamê gelê pê re girêdayî yê azadîxwaz, em tu caran têkoşina hevrê Ferhat kêm nahelin. Doza hevrê Ferhat daye ser, ala heval Ferhat daye dest xwe em ê rakin ta ku azadiya gelê me misoger nekin em tu caran nasekinin em wek hevrêyên heval Ferhat soz didin ku em bidin pey şopa wî, em ê li vî welatî xiyanetê bi bin bixin, azadiyê û demokrasiyê misoger bikin. Hevrê Ferhat ji bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê bû. Keda wî pir e. Dema şoreşa Rojava kêlî bi kêlî di nava têkoşînê de bû. Bi êrîşa bi balafira bêmirov a biçek a dewlet aTirk a dagirker a li dijî wesayîta li herêma Kelar a Silêmaniyê şehîd bû. Em jî wek hevalên wî yên birîndarên şer, sersaxiya malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî dixwazin.“