Bîranînên Ebû Selîm ê Efrînî yên bi Ocalan re..

Ismet, bi navê xwe yê dî Ebû Selîm ê Efrînî 1988'an Tevgera azadiya Kurd nas kir. Ebû Selîm vê naskirinê ji bo jiyana xwe weke fetloneke girîng dibîn.

Ebû Selîm ê ji gundê Şeytana a Efrînê dibêje, ji dema ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û wir ve bê dudilî di nav têkoşînê de maye. Ebû Selîm ku hebûna xwe dispêre ser feslefeya Ocalan bîranînên xwe yên li gel Ocalan vegot...

NASKIRINA PÊŞÎ

Ismet ê Efrînî dibêje, ''beriya ku em tevgerê nas bikin me nedizanî ku em kî ne û me xwe nas nedikir'' û domand:

''1988'an hin heval hatin cem me. Me nizanîbû kî bûn. Hevalekî bi navê Cimo hebû, wê demê ji me xwestin ku em wî bibin malên Şiîyan. Me wê demê nizanîbû ku çi kar dikirin. Piştre heval Selîm hat, bêhtir bi bavê min re diaxivî. Bavê min digot: ''Heke ji bo Kurdan wê tiştek were kirin, wê ev bikin''. Heta 1989'an vê wiha domand. 1990'î êdî vekirî diaxivîn. Digotin ''Em PKK'yî ne, ji bo Kurdîtiyê li vir in. Em ji bo ku Kurd jî weke hemû civakên li cîhanê bi azadî bijîn li vir in.''. Wê demê Murat Karayilan li Helebê dixebitî. Navê wî, wê demê Yusuf bû. Wî jî digote me, ''Meseleya me ne tenê Kurdîtî ye. Em ji bo hemû mirovahiyê dixebitin''. Tim diaxivî lê me tiştek fêhm nedikir. Ji ber ku me ne ji siyasetê fêhm dikir ne jî me xwe nas dikir. Wê demê ji herêma me du qedro derketin. Heval Seydo û Rifet. Rojekê hatin cem me û gotine min ,''biçe gel kom bike, bibêje ji Mabata Seydo û ji Ereba Rifet wê bi we re biaxin''. Ez çûm min agahî da guniyan. Wê demê kes li cem me nema. Yixtiyar, ciwan, zarok, jin her kes hatin. Civîn bi gel re kirin. Piştî civînê pir bandor li gel bûbû.''

'JI BO ME DÎTINA RÊBERTÎ XEYAL BÛ'

Ismet dibêje piştre ew hatine Efrînê û got, ''Hevalan gotin hûn ê bi me re bixebitin. Pêşî 45 rojan perwerde dane me. Piştre jî me bi gel re xebat kir'' û domand:

1991'ê, 15'ê Tebaxê em çûne kampa Lubnanê. Beriya wê me tenê ji pirtûkan û perwerdehiyê Rêbertî bihîstibû, me fikrên wî xwendibûn. Lê me qet ew nedîtibû. Ji bo wê jî dîtina wî ji bo me mîna xeyalekê bû. Berêvarkî bû, gelek kes hatibûn. Bi carekê re Rêbertî ji pencerê xuya kir. Slav li gel kir. Em hemû kelecanî bûn û me xwest em ber pê bimeşin, lê gelek mirov hebûn, me nikarîbû em bi pêş ve biçin. Rêbertî ji me dûr bû, dengê wî zêde nedihate me. Piştî ku axaftin qediya hevalan gotin me biçin. Lê me dixwest ku em Rêbertî bibînin û em neçûn. Wê şevê em li wir man. Dinya sar bû, ji bo vê jî me qirşikên li derdorê şewitandin da ku em xwe germ bikin.

Roja dî Rêbertî hate cem me. Pir baş tê bîra min, axaftina pêşî ya Rêbertî li ser şewitandina wan qirşikan bû. Bi me de xeyidî. Got, ''we şevekê îdare nekir. Çima we ew qirşik şewitandin. Heywanan ew dixwarin.''. Piştre behsa siyasetê, cîhanê û dîrokê kir. Got, ''Ê ku xwe, dîroka xwe nas neke, dijminê xwe jî nas nake''. Piştre yek bi yek pirs kir bê ka em ji kû hatine. Piştî axaftinê got slavan li gel bikin û axaftinên min ji gel re bibêjin. Dema ku em ji wir derketin, em hemû weke ku di xewekê de bûn. Me bawer nedikir ku me Rêbertî dîtiye.''

DIVÊ MIROV PÊŞÎ JI XWE DES PÊ BIKE

Ismet bi domdarî got 1994'an 'heval'an ango PKK'yiyan bang li wî kiriye û gotinê, 'tu yê biçî Helebê'' û domand:

''Li Helebê, Heyderiyê em li malekê man. Piştî bi saetekê Rêbertî hat. Rêbertî yek bi yek em slav kirin. Pirsa me û gel kir. Dîsa em li ser rewşa Kurdan, siyasetê, xebatan û dîrokê axivîn. Got, ''Pêşî Hûnê ji xwe, ji taxa xwe, ji bajarê xwe dest pê bikin, pêşî hûn ê xwe rast bikin. Hûn ê axaftina me ya li vir ji gel re bibêjin''. Piştre ji me pirsî û got, hûn ji bo çi dixebitin. Me jî got, ''em ji bo Kurdan''. Me ev qas zanîbû. Yek bi yek pirsî bê ka em ji kû hatine. Dema ji min pirsî, min got, ''Ez ji Efrînê me, ji gundê Şeytana, kurê filankes im''. Rêbertî keniya û gote min, ''dijmin hûn kirine çar parçe lê we xwe kiriye 60 hezar parçe''. Piştî wê civînê em bi hev re dîsa vegeriyan Efrînê.''

'HEDEFA ME YA PÊŞÎ BIRATIYA GELEN E'

Ismet dibêje piştî bi 3 mehan 'hevalan' dîsa ew şandine 'cem Rêbertî '' û got, ''Dema ku vê carê Rêbertî ez dîtim keniye û got, ''Ji bilî te li Efrînê kes nemaye, ku tim tu tê?''. Piştre dîsa pirsî bê ka ez çi karî dikim. Min gotiyê ez xebatên eniyê dikim, ji min pirsî bê ka ez zanim xebata eniyê çiye ya na. Min jî got, ''heval perwerde didin me, em jî li gorî wê dixebitin''. Di wê civînê de Rêbertî dîsa got bê ka çima vê têkoşînê dide, armanca wan çiye. Digot, ''Armanca me ne tenê Kurd in. Em ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin. Sedema ku me ji Kurdan dest pê kiriye ew e ku Kurd ji hemû mirovên cîhanê zêdetir ketine û heliyane.'' Dîsa Rêbertî behsa biratiya gelan kir. Digot, ''Dijmin em parçe kirine, kirine hezar pare. Divê hûn berê xwe bidin biratiya gelan.'' Piştî civînê dema ku dîsam vegeriyan tiştên ku Rêbertî gotin li nav civakê me zêdetir dît. Ji ber ku dewletê di nav gelan de dijminatî çêkiribû. Li Efrînê di navbeyna Kurdan, Ereb û gelên din de dijminatî hatibû çêkirin. Lê dikarim vê bibêjim, me di nav van 7 salan de biratiya gelan ku Rêbertî behsa wê dikir pêk anîbû. Tiştên ku Rêbertî salên 93-94'an digotin niha dîsa em dikin. Me dît ku ji bilî felsefeya Rêbertiyê ti fikir û felsefe nikarîbû biratiya gelan bi cih bîne.''

LI HELEBÊ CIVÎNA BI REWŞENBÎRÊN KURD RE

Ismet dibêje cara sêyan çûne Helebê tevlî civîne Rêbertî bûne, rewşenbîr ji bo civînê hatibûn vexwendin û got: ''Hemû rewşenbîrên Kurd bûn. Rêbertî di wê civînê de gelek rexne li rewşenbîrên Kurd kir. Digot, ''Di dîrokê de gelek komkujî li ser Kurdan kirine, dîrokeke wan a tije heye û sirûşta Kurdistanê dewlemend e. Lê we rewşenbîran ji bo gelê xwe tiştek nekiriye. Bi dehan şehîdên me hene û yek rewşenbîrê Kurd ji bo wan rûpelek nenivisiye. Hûn di nav Kurdan de dijîn, lê ji bo Kurdan hûn tiştekî nakin. Hin qedroyên me yên PKK'ê salekê jî nexwendine lê ji piraniya we zêdetir rewşenbîr in. Ji ber ku xwe, dîroka xwe û gelê xwe nas dikin. Daxwaza min ji we ew e ku hûn biçin gel, xizmetê bikin, divê hûn bikevin nav gel û ji bo gel bixebitin.''

DIVÊ LÎDERÊN EREB ZANIBIN DOR TÊ SER WAN

Herî dawî li ser rêya Şamê li Zirbê em kom bûn. Wê demê Ermen jî pir hatibûn. Aram Tîgran hatibû. Bi hezaran kes hatibûn. Di wê civînê de Rêbertî got, ''Dibe ku ez ji vî welatî derkevim. Li ser vî welatî gef tê xwarin. Ez pir hurmetê didim wî welatî. Ji ber ku em pir li vir xebitîn. Niha jî gefeke mezin li ser heye. Ji ber vê jî, ji bo ku vî welatî kavil nekin ez ê derkevim''. Dema ku me ji Rêbertî pirsî bê ka wê kengî derkeve got, ''dibe ku derkevim û dibe ku dernekevim' jî. Lê Rêbertî qet rûnenişt. Kete nav gel û tim bi gel re axivî. Dema ku rûnişt Aram Tîgran ji Rêbertî re got ew dixwaze ji gel re stranan bibêje. Aram pêşî bi Ermenî û Kurdî stran got. Piştre her kesî bi Rêbertî re wêne girt. Ev bi saeetan berdewam kir. Wê demê me fêhm kir ku Rêbertî wê biçe

Ev cara dawî bû ku me Rêbertî dîtî. Sibata 99'an Rêbertî di Med Tv de axivî. Digot, ''Yekî ku bi Erebî baş dizanebila vê ji bo serokdewletên dewletên Ereb baş wergerîne. Komployeke mezin heye. Piştî min dor yek bi yek wê were ser wan''. Ev nexasim ji bo Sûriyê digot.

Jixwe piştre agahiya hat ku Rêbertî dîl hatiye girtin. Em wê rojê ji bo xwe weke roja tarî dibînin. Me Rêbertî dît û em pê re rûniştin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li pey raman û felsefeya wî bin. Dema ku tiştên li Sûriyê em dibînin, em dibînini ku tiştên ku wê demê Rêbertî gotin rast bûn.''