BI DÎMEN

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî dixwazin vegerin warên xwe

Penaberên Reqayê yên ji Lubnanê hatine gotin, “Em êdî vegerîn ser axa xwe. Welatê me ev der e. Ji ber em vegeriyan ser axa xwe, em gelek kêfxweş in.”

Li gorî Ofîsa Penaberên Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heta niha 8 hezar penaber gihiştine herêmê.

Ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê ku beriya bi salan destpê kir, bi mîlyonan welatiyên Sûriyeyê neçar man koç bikin. Penaberên Sûriyeyê yên ku belavî hemû cîhanê bûn, gelek ji wan bi taybetî li Lubnan, Iraq û Tirkiyeyê bi cih bûn. Di van rojên dawî de ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser navendên Hîzbûllahê yên li Lubnanê jî hejmareke zêde ya penaberan zerar dîtine. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo derbasbûna penaberan ji Lubnanê bi awayekî ewle, ket nava liv û tevgerê û xebatên xwe didomîne.

Penaberên hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re qala bûyerên hatine jiyîn kirin. Fatma El Casim a ku got kurê wê birîndar bûye wiha got: "Em li Teyrayê dijiyan. Ev çend roj in li wir şerekî mezin heye. Kurê min birîndar bû û niha li Şamê tê dermankirin. Jixwe berê jî em rastî êrîşên nîjadperestî dihatin. Penaberên Sûriyeyî li Lubnanê nayên hezkirin. Ji ber vê tirsek me hebû her tim. Di dawiyê de em neçar man derkevin ji wir. Heta cihekî Lubnaniyekî em anîn. Gelek penaber hebûn ku ji Lubnanê dihatin. Ji bo vê jî wesayît têr nedikir. Piştre em derbasî herêma di bin kontrola hikûmeta Şamê de bûn. A rastî ew herêm, mîna cihê bêhnvedanê bû. Hêzên hikûmeta Şamê li wir ji me 100 dolar xwest. Em li xizmên xwe yên li Şamê geriyan, ew hatin 200 dolar dan wan û piştre me berdan. Dema ku em ji Şamê derdiketin gelek mirov li kolan û çolê diman. Hin ji wan bi rojan in di wesayîtan de birçî bûn. Pereyên wan ên ji bo kirîna avê jî bi wan re nîne û kes alîkariyê nade wan. Piştî ku me berê xwe da aliyê herêmên Rêveberiya Xweser, her tişt gelekî baş bû. Gelekî baş me pêşwazî kirin. Êdî em niha vegeriyan ser axa xwe. Ev der welatê me ye. Ji ber ku em vegeriyan warên xwe, em gelekî kêfxweş in. Ji ber nêzîkbûna Rêveberiya Xweser ji bo me, me hîs kir ku em însan in." 

DI RÊ DE GELEK ZEHMETÎ HEBÛN

Hesen Welîd, anî ziman ku heta ew xwe gihandine herêmên Rêveberiya Xweser gelek zehmetî di rê de jiyan e û wiha axivî, “Hin kesan di rê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo derbasbûnê hikûmeta Şamê ji me 100 dolar xwest. Divê hikûmeta Şamê qet nebe bi rêya otobusan mirovan derbas bike, ji ber ku gel di derbasbûnan de gelek zehmetiyan dikêşe.”

JI BER EZ VEGERIYAM MALA XWE GELEK KÊFXWEŞ IM

Penaberê bi navê Hemedî El Matara jî, diyar kir ku ew li bajarê Bukaa ya Lubnanê dima û got ji bo cihek ewletir bibînin ji wir derktiye, lê cihê ku çûne jî pirsgirêka av û nan hebû. Hemedî El Matara got, “Ji bo vê jî me biryar da ku em vegerin Sûriyê. Dema em hatin herêmên hikûmetê yên Şamê, rewş zêde ne baş bû, lê dîsa jî jiyan li wir heye. Lê belê piştî ku me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser, her tişt gelekî cuda ye. Hemû gel bi hev re û di nava dostaniyê de dijîn. Vê yekê me gelekî kêfxweş kir. Ji ber ku ez li vir im pir kêfxweş im. Piştî ku em derbasî aliyê Rêveberiya Xweser bûn em rehet bûn. Niha em bi malbatekê re dimînin.”