'Bi rêya tecrîdê berdêleke giran li ser civakê tê ferzkirin'

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan anî ziman ku bi sîstema tecrîdê re berdêleke giran bi civakê tê dayin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de bûye sedema xitimînê.

Tanhan anî ziman ku di şexsê Abdullah Ocalan de li Îmraliyê 25 sal in hiqûq hatiye betalkirin û biryarên têkildarî wî de hemû bi têgihiştina tolhildana siyasî têne bicihanîn û got, "Ev sîstema li dijî muzakerevanê sereke yê pirsgirêka Kurd û aktorê siyasî yê bingehîn Ocalan, sîstemeke tecrîdê ye ku ji aliyê aborî, siyasî, civakî û hiqûqî ve bandoreke neyînî li civakê dike."

Tanhan bi bîr xist ku dema tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê sistkirin û pêvajoya çareseriyê dewam dikir, aramî hatibû Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ji ber şer li Tirkiyeyê rewşeke xitimî ya aborî rû da. Tanhan got, "Di sala 2013'an de hatineya milî gihîştibû asta herî bilind. Lê belê bi şidandina tecrîdê û destpêkirina pêvajoya şer re kêm bû."

Parlamenter Tanhan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina şer de muzakerevanê sereke ye û destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan krîza aboriyê kûrtir dike. Tanhan ragihand ku hewl tê dayin, tecrîda li Îmraliyê veguhere teknîka rêveberiyeke siyasî û got, "Tecrîda ku bi vî rengî hatiye civakîkirin, sedema bingehîn a rûdana krîzên aborî, hiqûqî, dadgerî, binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiyê ye."

Tanhan işaret bi çalakiya girtiyan a tevlînebûna li hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, her wiha bikarneanîna mafê axaftina bi telefonê û boykotkirina dadgehê kir û diyar kir ku ev çalakî ji aliyê tevahiya civakê ve hatiye pejirandin. Tanhan got, "Her wiha li gelek deveran 'Nobeda Edaletê' tê lidarxistin. Ev yek pêwîstiyeke civakî ye. Sîstema tecrîdê ya bi taybetî li ser Îmraliyê bi cih tê anîn, li tevahiya civakê hatiye belavkirin. Tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike. Ji bo mexdûriyeta li girtîgehan hîn giran nebe, divê bala her kesî li ser van çalakiyan be. Li girtîgehan mafên mirovan timî têne binpêkirin. Ji bo ev binpêkirin zêde nebe, divê em di nava têkoşîneke civakî de bin û bi girtiyan re bin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo bicihanîna hiqûqê divê em hemû xwedî li vê çalakiyê derkevin."