HEVPEYVÎN

Dûran Kalkan: Bêyî xweparastin jiyanek azad ne pêkan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku xweparastin hevgirtina zanebûn, rêxistin û çalakiyê di nava xwe de dihewîne û got: “Eger jiyan hebe, divê azad be. Rêya jiyana azad jî di xweparastinê re derbas dibe.”

XWEPARASTIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku kesê ewlehiya xwe pêk neyîne, wê azad nebe û got ku bêyî xweparastin rêxistinbûna civaka demokratîk jî ne pêkan e. Kalkan ragihand ku ji bo Kurdan ewlehî ji nan û av girîngtir e û got: “Ji vî alî ve divê xweparastin bibe navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civaka demokratîk. Ev hem rast e, hem jî teqez pêwîst e.” Kalkan bilêv kir ku gerîlayên profesyonel civaka rêxistinbûyî û xweparastinê, sîstema xweparastinê ya netewa demokratîk diafirîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bersiva pirsên ANF’ê da.

Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tesbîta ‘Civakên xweparastinê esas negirin, wê têk biçin’ dike. Ev tesbît, îro ji bo gelê Kurd tê çi wateyê?

Tesbîta Rêber Apo ya 'civakên xweparastinê esas negirin, wê têk biçin’ di roja me ya îro de ji bo gelê Kurd ji nan û avê û her tiştî lezgîntir û girîngtire xweparastin. Ji ber ku zîhniyet û siyaseta qirker hewl dide Kurdan tine bike. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin gelek civak ji ber parastina xwe nekirine tine bûne û ji dîrokê hatine jêbirin. Zîhniyet û sîstema qirker a ku li ser esasê tinekirina Kurdan di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de ava bû, di serî de tinekirina hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûyîna civaka Kurd hedef girt. Civaka Kurd a ku sed sale rastî êrîşên qirker tê, hişmendî, rêxistinbûyîn û çalakiya xweparastinê ya civaka Kurd heta asteke mezin hatiye tinekirin. Li ser vê bingehê em dizanin ku kurd di nîveka salên 1970'î de ber bi tinebûnê ve hatin birin. Derketina Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê di esasê xwe de ji bo rawestandina vê tinebûnê û avakirina hebûneke azad hewldan û ked dayîne. Di encama têkoşîna pêncî salî de bi giranî ev êrîşên qirkirinê hatine şikandin û qels bûye. Lê belê zîhniyet û siyaseta qirker hê bi temamî têk neçûye û tine nebûıye. Berovajî vê yekê, hêzên qirker li ser bingeha komploya navneteweyî ji bo pêkanîna armancên xwe, bi her şêweyî êrîşan dikin. Lê beriya her tiştî armanc dike ku hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûyîna Kurdan bi temamî tine bike. Ji bo vê jî hêzên qirker pêşî Rêber Apo û gerîla hedef digire. Di serî de armanc dikin ku Rêber Apo û gerîla tine bikin. Ji vî alî ve rastî û hebûna Rêber Apo û gerîla, hebûna neteweyî ya civaka Kurd temsîl dike. Hişmendiya xweparastinê, rêxistinbûyîn û çalakî ev e. Di vê wateyê de PKK xwedî taybetmendiya tevgera xweparastinê ya civaka Kurd hildigire. Ji ber vê yekê, ji bo hebûna wê û jiyana azad, divê civaka Kurd rastiya Rêber Apo û gerîla rast fêm bike û bi xurtî xwedî lê derkeve. Pratîka wê jî her Kurdek ku destê wan çek digire divê bi hişmendiya xweparastinê xwe perwerde bike, bi rêxistin bike û tevbigere. Yanî pêwîste civak xwe bîne wê astê ku karibe her cure êrîşên qirkirinê bişkîne û têk bibe.

Civaka Kurd, ciwan, jin, zarok, extiyar, siyaset û saziyên çandî û civakî bi kurtasî her tiştê gelê Kurd bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû b rû ne. Dewlet û saziyên wê ji bo gelê Kurd bûne mezintirîn talûkeya ewlehiyê. Li hemberî van êrîşan wê gel xwe çawa biparêze? Hewce ye xweparastineke çawa pêş bixe û çi bike?

A rastî hemû netewedewlet qirkirina civakê îfade dikin yanî tên wateya tunekirina civakê. Yanî em dikarin bibêjin ku armanca netewedewletan, tunekirina civakîbûnê û ferd kirina desthilatdar e. Ji ber wê yekê netewedewlet û saziyên wê ji bo civakan mezintirîn xetereya ewlehiyê ne. Li Kurdistanê jî civaka Kurd bi komkujiyeke eşrekere re rû bi rû ye. Yanî dewlet û saziyên ku li Kurdistanê serdest in, dixwazin civaka Kurd tune bikin. Ev tunekirin bi awayên weke tunekirina çandî ku hemû rêbazên bişaftinê pêk tîne û tevî wê jî qetlîamên fîzîkî, neçarkirina koçberiyê û guhertina demografiyê pêk tên. Li dijî civaka Kurd êrîşeke tunekirinê ya birêkûpêk tê meşandin.

Di vê rewşê de wê civaka Kurd xwe çawa biparêze? Xala yekem ew e ku hewce ye bizanibe ku li ser civakê qirkirinek tê pêkanîn. Yanî hewce ye bizanibe ku bi xetereya ewlehiyê re rû bi rû ye. Xala duyem ew e ku hewce ye bizanibe tişta ku dixwaze civakê tune bike, dewlet û saziyên wê ne. Yanî wê hişmendiya rast ya têkildarî dewlet û dijminî bi dest bixe û ji saziyên dewletê re nebejê ‘’hêzên ewlehiyê.’’ Xala sêyem jî ew e ku hewce ye bizanibe, ew ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne û  girêdayî vê yekê erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Xala dawiyê jî ew e ku ji bo pêkanîna ewlehiya xwe hewce ye di nava xwe de hişmendiya xweparastinê û birêxistibûnê pêk bîne. Yanî hewce ye girêdayî xweparastinê xwe pêş bixê, birêxistin bike û li dijî êrîşan bêdeng nemîne û xwe biparêze.

Bi kurtasî hema wê nebêje ‘xweparastin’ û bêdeng bimîne. Hewce ye bi awayekî kêm û xelet li nêzî xweparastinê nebe. Hewce ye xweparastina xwe yanî ewlehiya xwe ji hin kesên din re nehêlê. Li gorî hin kesên roja me ya îroyîn gotina ‘xweparastinê’ têra ewlehiya wan dike. Ev yek xelet e. Xeletiyeke din a xweparastinê jî nezanîna rastiya dewlet û dijminî ye û gotina ‘’hêzên ewlehiyê’’ ye. Her wiha nêzîkatiya şaş a li hemberî xweparastinê jî nêrîna parçekirina naveroka xweparastinê ye. Yanî bes dîtina weke karekî hişmendiyê yan jî karekî rêxistin û çalakiyê ye. Hin kes xweparastinê bes di çarçoveya hişmendiyê de pênase dikin. Bêguman ev yek kêm dimîne. Her wiha hin kes jî xwe parastinê bes weke karekî pratîkê yanî karekî rêxistinê dizane. Bêguman ev yek jî kêm dimîne. Xweparastin van xalan hemûyan di nava xwe de dihewîne. Yanî bi hevgirtina hişmendî, rêxistin û çalakiyan pêk tê. Nabe ku mirov xweparastinê bes weke hişmendiyê bibîne. Ev yek tenê dibe gotineke xweş. Berovajî vê yekê jî şaşiya din ew e ku hin kes xweparastinê tenê di çarçoveya pratîkê de dibînin û di warê bidestxistina hişmendiya xweparastinê de tiştekî nakin. Ev yek jî rê li ber her cure pratîkên şaş vedike. Hewce ye civak van şaşiyan neke û xweparastinê li gorî kêfa xwe pênase neke. Hewce ye di çarçoveya hişmendî, birêxistinbûn û çalakiyê de li nêzî xweparastinê bibe û girêdayî vê yekê bi awayekî rast û serkeftî pêk bîne. Girêdayî vê yekê bersiva pirsa hewce ye çi were kirin jî derdikeve holê. Beriya her tiştî hewce ye civak naveroka têgeha xweparastinê rast fêm bike û hewcehiyên wê di pratîkê de bi awayekî serkeftî nîşan bide. Ji bo vê yekê jî hewce ye civak ewlehiya xwe bi xwe pêk bîne û ji hin derdorên din re nehêle û xwe di warê  hişmendiya xweparastinê de bi awayekî rast perwerde bike. Hewce ye ev perwerdeya berbehs bes bi asta zanînê re sînordar nemîne û bi hemû awayî xwe birêxistin bike. Birêxistinbûn û perwerdehî gelekî girîng in. Ger ev yek nebin tevgera birêxistî nabe û ger asta zanînê jî kêm be wê demê li hemberî êrîşan nikare tiştekî bike û xwe biparêze. Ji van yekan wêdetir jî baldarbûn, tedbîrgirtin û wêrekî û fedakariya li hemberî êrîşan derdikeve holê.

Her wiha di naveroka pirsê de hinekî jî nêzîkatî û bendewariya ku xwe dispêre wateya; ‘Xwezî hin kesan ev yek pêk bianiya û ji me re nebûna bar, wê demê wê pirsgirêka me ya ewlehiyê bi awayekî rast bihata çareserkirin’ e. Qirkirina civakî û qirkirina di nava civak û kesayetan de dibe sedema têgihiştin û feraseteke bi vî rengî. Ji ber vê yekê ye ku ev qas zêde tê nîqaşkirin û ya hewcehiyên wê nayên kirin. Ev yek jî nîşanî me dide ku qirkirin û tunekirina civakî bi awayekî serkeftî tê kirin. Wê demê yekem xala ku hewce ye were kirin, bi temamî jiholêrakirina têgihiştin û feraseta berbehs e. Ger em vê yekê bikin, em ê bizanibin ewlehiya xwe bi awayekî rast pêk bînin. Lê belê ger ev yek neyê kirin, her çend were nîqaşkirin jî rêya çareseriyê ya rast nayê peydakirin. Wê demê xala sereke ew e ku hewce ye em xwe ji şaşiyên têkildarî xweparastinê xilas bikin.

Rastiya ku hebûn û azadiya Kurd û Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe, her roj hê baştir tê fêm kirin. Pêkanîna vê helbet pirsgirêka bingehîn a tevahiya gel e. Hin rêxistinên herêmî çalakî pêk tînin lê em dibînin ku bendewariya mezin, ji gerîla û hêzên profesyonel e. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin, hemû gel dikare çawa beşdarî berxwedana xweparastinê bibe, aliyên civakî dikarin çawa xweparastinê pêk bînin?

Di rastiyê de ne tenê gelê Kurd, li vê cîhanê ti kes an civak bêyî xweparastinê ne pêkane ku azad bijî û hebûna xwe bidomîne. Xweparastin tê wateya 'ewlehiyê'. Ji bo hebûnê ewlehî jî yek ji sê mercên bingehîn ên jiyana bi hev re ya xwarin û hilberînê ye. Eger kes ango civak bi hêza xwe ewlehiya xwe pêk bîne, bi hêza xwe ji bo jiyanê xwarina xwe peyda bike û şert û mercên dewamkirina hebûna xwe ava bike, hingî dikare hebe û bi rengekî azad bijî. Bi kurtasî, di navbera ewlehî û azadiyê de têkiliyek nayê qutkirin heye. Yê ku nikare ewlehiya xwe pêk bîne nikare azad bibe. Yê ku ewlehiya xwe ji kesekî din re bihêle, dibe koleyê wî. Tenê mirovê ku ewlehiya xwe bi xwe pêk bîne dikare jiyaneke azad bi dest bixe. Ji ber vê yekê, her kesên dixwazin azad bibin û bi rengekî azad bijîn, divê teqez ewlehiya xwe bi xwe pêk bînin. Hincetên vê yekê nabe. Her kesê ketibe rewşeke bi vî rengî, di rastiyê de tê wateya ku ji azadiya xwe gelek tişt winda kiriye. Bê guman di vir de tişta ku yekem bê kirin ew e ku rê nedin feraset û helwestên şaş.

Gava ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku hemû qebîle, qlan, eşîr û gel li ser esasê xweparastinê dijîn. Jiyana qebîle û eşîrî ya li nav Kurdan û jiyana eşîrtiyê ya li nava Tirkmenan bi temamî xwe dispêre xweparastinê, lewma azad in. Ev tê çi wateyê, an jî çawa çêdibe? Pir zelal e, her kesê ku destê wan çekê digire, mêr an jî jin perwerdeya parastinê distîne, fêrî bikaranîna çekan dibe, li ser esasê parastinê tê birêxistinkirin û dema êrîş pêk tê her kes peywira xwe bi cih tîne. Jiyana civaka azad wisa ye.

Baş tê zanîn ku ev rewş bi derketina desthilatdariyê û sîstema dewletê re guheriye. Desthilatdarî û dewletê çek û amûrên ewlehiyê ji destê civakê girtine, hemû hêz li navenda xwe kom kiriye û xwe weke "Hêzên Ewlekariyê-Artêş" îlan kirine. Ji ber ku desthilatdarî û dewlet ji zîhniyeta baviksalarî, hiyerarşî û serdestiya mêr ava bûye, bi vî rengî hemû ewlekarî ketiye xizmeta dewlet û mêran. Li ser vê bingehê jin û civak ev pênc hezar sal in bênavber hatine bêçek kirin û bêhêzkirin û anîne rewşeke wiha ku girêdayî mêr û dewletê bin. Niha, eger mirov bi rastî jî bixwaze ji vê rewşê rizgar bibe, dive pêşî hêzê û çekê ji navendbûna dewlet û mêr derxe. Ji bo vê jî ferz e ku jin û hemû civak bigihijin hişmendiya ewlehiyê ya rast û li ser vê bingehê xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin. Rastiya gelê şerker bi vî rengî ava dibe, ku ev yek gotineke ku Rêber Apo gelekî bi kar tîne ye. Di vê mijarê de hewceyî yan jî mijarek din tine ye ku mirov hewl bide li tiştên din bigere û ava bike.

Di rewşa heyî de, feraset û helwesta ku ji hêzên gerîla yan jî profesyonel ewlehiyê hêvî dike, di rastiyê de tê wateya ku xwe ji feraset û helwesta ku dewlet ango mêr hêz dibîne rizgar nekiriye. Bi vê têgihiştin û helwestê mirov nikare azad bibe. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî divê mirov vê têgihiştin, rewş û helwestê biguherîne û bi zelalî rastî û girêdana di navbera azadî û ewlekariyê de bibîne û nêzîkatiyek rast ji bo xweparastinê bi dest bixe. Ji bo vê pêwîst e li dijî feraset û helwesta şaş têkoşîn bê kirin. Bê guman divê di serî de ev têkoşîn ji aliyê hêzên şoreşger ve bê meşandin, ji aliyê pêşengên me ya partiyê bê meşandin û avakirina me ya neteweya demokratîk bi temamî li ser vê bingehê be. Lê li ser navê van hemûyan hêza herî aktîf a têkoşînê çapemenî û weşan, huner û wêje ye. Hem divê li dijî neheqiyan têbikoşin û hem jî divê yên rast li cihê wan bi cih bikin. Civak ji xwe rastî qirkirina netew-dewletê hatine. Kurd ji xwe sedsaleke di bin êrîşa qirkirinê de ne. Ji ber vê yekê, ji wan nayê hêvîkirin ku bi xwe ji van şaşitiyan rizgar bibin. Lê belê dema rastî ji civakan re tê nîşandan, ne di pozîsyoneke redkirina wê de ne. Wê demê pêwîste civak bi feraseteke rast a ewlekariyê perwerde bibe. Karê sereke dikeve ser milê kesên ji perwerdekirina civakan berpirsyar in. Pêşengtiya partî û gerîla, çapemenî û weşanê, huner û wêje neçar e vê wezîfeyê bi cih bîne û pirsgirêka bingehîn jî sedema xwe ji qelsî û kêmasiyên li van qadan derdikeve holê, digire. Divê hêzên ku di perwerdekirina civakê de berpirsyar in, qelsî û kêmasiyên heyî derbas bikin û erkên xwe bi awayekî serketî pêk bînin. Eger hişmendiya xweparastinê di asteke rast û têrker de ji gel û civakê re bê dayîn, qelsî û kêmasiyên heyî bên derbaskirin, civak li ser bingeha xweparastinê were perwerdekirin û birêxistinkirin, wê pirsgirêk çareser bibe. Rêyeke din ya vê yekê jî nine.

Hêzên we yên gerîla jî parçeyek ji xweparastinê ne. Rola hêzên gerîla di çarçoveya xweparastinê de çi ye? Gelo hûn difikirin ku hêzên we yên gerîla di vê berxwedanê de bi tenê mane ango bi têrkerî nayên destekkirin? Eger wisa be, di têkoşîna li dijî faşîzmê de ji bo ku gerîla û gel di şerê xweparastinê de hev temam bike divê çi bê kirin?

Rol û mîsyona gerîla di xweparastinê de pêşengti ye, fermandarî ye. Rast e îro şer ji aliyê gerîla ve tê meşandin û tenê bi pêşengitiya gerîla şer berdewam dike. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje ku gerîla bi tenê ye. Lê belê divê ev yek weke "gerîla bi tenê hat hiştin" neyê fêmkirin. Di dema dawî de nêrînên bi vî rengî bi rê û rêbazên cuda hatin bilêvkirin. Lê belê di mehên dawî û salên dawî de me ev rewş bi hemû aliyên wê nîqaş kir û nirxand. Me konsepta xweparastinê ya xeta modernîteya demokratîk ji nû ve nirxand û plan kir. Me ev konsept bi şêweyê gerîlatiya profesyonel ku pêşenge û xweparastina xwecihî ku hêza bingehîn e, esas girtin. Bi kurtasî em gerîlatî û xweparastinê girêdayî hev dibînin. Em gerîla weke hêza pêşeng û xweparastinê jî weke hêza bingehîn pênase dikin. Ji vê pênaseyê diyar dibe ku gerîla hêza sereke ye ku xweparastinê hîn dike, bi rêxistin dike û bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê, eger xweparastin qels be û niha şer li ser milê gerîla tê meşandin, bi giranî gerîla ji vê yekê berpirsyar e. Ji ber ku gel nikare xwe perwerde û birêxistin bike û ji ber ku ev perwerde, rêxistinbûyîn û pêşengî dikeve ser milê gerîla, di serî de pêşengiya gerîla ji qelsiya xweparastinê berpirsyar e. Yanî gerîla ji bilî rexnekirina kesekî din, ji ber rewşa heyî rexnedayîna xwe dide û li ser vê bingehê pêşbîn dike ku kêmasiyên xwe derbas bike.

Ji bo ku şerê gerîla û xweparastinê hev temam bikin, divê her du bi hev re bên perwerdekirin, rêxistinkirin û bikevin tevgerê. Ji vê yekê pêşengiya me ya partî û gerîla berpirs e. Divê xebatê herî esasî ya partî û gerîla ev be. Yanî divê li ser vê bingehê gel bi taybetî jî ciwan û jinan perwerde bike, bi rêxistin bike û bide şerkirin. Divê têgihiştinên şaş ên li ser xweparastinê di nava gel de sererast bike û hişmendiya xweparastinê û pratîkeke rast derxe hole. Bê guman her kesê ku xwe weke welatparêz û azadîxwaz pênase dike, divê bizanibe ku ev erk dikeve ser milê wan jî û bawer bike ku jiyana azad tenê bi xweparastinê pêkan e û li ser hîmê hişmendiya ku pêşengiya partî-gerîla daye peywira xwe biparêze.

Di rewşa heyî de li Bakur xeletiyek pir cidî heye. Mînak dîktatoriyeke faşîst û qirker li holê heye, lê tê fikirîn ku ev dîktatorî tenê bi rêxistiniya fermî û çalakiya girseyî ya demokratîk dikare were têk birin. Ev têgihiştin ne rast e. Faşîzm tê wateya êrîşkariya topyekûn û şer. Têkoşîna li dijî faşîzmê, tenê heke li ser hîmê şerê şoreşgerî were xurtkriin, wê bi ser bikeve. Lê di rewşa heyî de, ji girseyan re têgihiştineke şaş ku tenê bi têkoşîna aştî û demokrasiyê dikare encamê bi dest bixe, tê belavkirin. Li gel hêzên rêxistinbûyî, çapemenî jî ji vê berpirsyar e. Beriya her tiştî divê ev hişmendiya şaş demildest were rastkirin û hişmendiya ku bi berxwedaniyeke topyekûn a li dijî dîktatoriya faşîst-qirker a li ser hîmê şerê şoreşgerî yê li dijî faşîzmê bi cih kirin, tenê wê serfiraziyê bi xwe re bîne. Di vê mijarê de heta niha hema hema her kesî xeteyên cidî kirine û kêmasî jiyan e. Pêşî bi rexnedayîneke rast divê ev kêmasî ji holê bên rakirin û werin sererastkirin. Yanî, pêwîste propaganda û perwerde li ser bingeha xetên îdeolojîk û stratejîk rast bê kirin, rastiyan ji gel re bê vegotin û bi perwerdeyeke ewçend rast a li dijî sîstema faşîst-qirker, wê têkoşîneke rast û bi awayekî tevahî were meşandin.

Rêber Apo bi gotina xwe ya: ‘’Dibe ku li Amedê komkujiyekê pêk bînin. Hûn ê xwe çawa biparêzin, ma gerîla wê were we ji komkujiyê rizgar bike?‘’ girîngiya xweparastina civakî bi awayekî zelal eşkere kiriye. Her wiha ji roja nekirina nirxandinan heya niha li dijî civakê gelek komkujî hatin kirin. Girêdayî vê yekê hewce ye civak û gel çi bike û xwe çawa biparêze?

Beriya her tiştî em weke partî û pêşengiya gerîla vê rexneya Rêber Apo li ser xe digirin û di çarçoveya rexnedayinê de li nêzî dibin. Ji ber ku gel nikare xwe bi xwe, xwe pêş bixe û perwerde bike. Partî û pêşengiya gerîla civakê perwerde û birêxistin dike. Rêber Apo jî girêdayî xweparastinê dixwaze gel bi awayekî rast û baş were birêxistinkirin û perwerdekirin. Em bi biryar in ku vê erka ku me heya niha ji ber hin sedeman pêk neanî, ji niha û vir ve bi awayekî serkeftî pêk bînin. Di vê çarçoveyê de di serî de ciwan û jin bila gelê me ji me bawer bin. Helbet em ê birêxistin û perwerde bikin lê belê divê gel bi xwe rabe ser xwe û xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê hewce ye gel xwe ji perwerdeyeke bi vî rengî re amade bike û xwe ji ferasetên berê xilas bike.

Weke ku me li jor jî anî ziman, bi tenê bi birêxistinbûna legal û çalakiyên girseyî yên demokratîk pergala faşîst û qirker ji holê ranabe. Yanî ev yek bi têrê nake. Beriya her tiştî hewce ye gelê me xwe ji vê feraseta şaş xilas bike. Hewce ye bizanibe ku tekane rêya têkbirina zîhniyet û pergala faşîst û qirker bi têkoşîna topyekûn ya bi şerê şoreşgerî yê gel pêkan e û girêdayî vê yekê hewce ye eleqeyeke mezin nîşanî xwebatên gerîlayan û xweparastinê bidin û piştevaniyê bike û tevlî bibe. Aha di vê xalê de lawazbûn rû dide. Ji bo tevlîbûna nava refên gerîla hemû kesên welatparêz kar nakin. Tew em kesên ku qaşo xwe weke welatparêz dibînin û ji tevlîbûna ciwan û eqrebayên xwe re dibin asteng jî nas dikin. Welatparêziyeke bi vî rengî nabe û hewce ye em kesên wiha tevdigerin, ji xwe dûr bigirin û xwe ji wan xilas bikin. Dîsa ji bo kesên ku ji bo xweparastinê dixebitin jî zêde tevlîbûn û alîkari nayê kirin. Yanî rewşeke zêde ya legalîzebûnê heye. Rewşa bidestdayîna sekna şoreşgeriyê û reformîstbûna radîkal tê jiyîn. Hewce ye civak xwe ji vê terz û feraseta zêde legal û reformîst xilas bike. Hewce ye gel şerê xweparastinê rast fêm bike û girêdayî yekem şertê welatparêziyê tevlî şerê xweparastinê bibe û piştevaniyê bide. Li gel vê yekê hewce ye em xwe û derdora di çarçoveya feraseta rast ya welatparêziyê de perwerde bikin. Hewce ye em bizanibin ku em dijwartirîn şerê hebûn û azadiyê yê dîrokê dikin û hem tevlî vî şerî bibin û hem jî li gorî esasên vî şerî tevbigerin. Yanî hewce ye her kes bi baldarî li nêzî terza jiyan, tevger û xebatên xwe bibe. Li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk tên. Hewce ye ev yek were zanîn û gel li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Hewce ye her kes xwe birêxistin û amade bike, li gorî xwe tevnegere û ji hemû êrîşên muhtemel re tedbîrên xwe bistîne û li gorî van esasan bixebite û bijî. Her wiha hewce ye gel jî bi awayekî kollektîf li hemberî her cure êrîşên qirkirinê baldar be û girêdayî esasên me anîn ziman tevbigere. Yanî em ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin. Hêzên dewletê ewlehiya me pêk naînin, berovajî vê yekê dixwazin me tune bikin. Ji ber vê yekê nabe ku em ewlehiya xwe ji hêzên dewletê re bihêlin. Hewce ye em tim amade bin. Hem amade bin hem jî li hemberî her cure êrîşê bê dudilî têkbirina êrîşkaran esas bigirin. Helbet ev rewş û feraseteke nû ye. Lê belê di dîrokê de pêk hatiye. Zîhniyeta faşîst û qirker em ji vê rastiyê dûr xistin û sekn û feraseta teslîmkar û reformîst derxist holê. Her wiha hewce ye em vê rastiyê baş bibînin û xwe ji her cure sekn û ferasetên ku teslîmbûn û reformîstbûnê esas digirin, xilas bikin.

Her roj jin tên kuştin. Polîtîkiyeke qirkirinê ya sîstematîk a dewletê bi taybet li dijî jinan heye. Herî dawî Nagîhan Akarsel li navenda bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. Nûnerê dewleta Tirk ê Iraqê jî bi eşkere ev komkujî girt ser xwe. Rêbertî ji bo jinan dibêje, “divê bêyî xweparastina bigarantî neçin qadên civakî yên ne ewle.” Pêşxistina xweparastina jinê çawa dibe? Ji bo jinan xweparastin tê çi wateyê?

Berî çend hefteyan Koordînasyonên PAJK û KJK’ê li ser xweparastinê daxuyaniyek hevpar weşandin û bang li hemû jinan kirin ku têgihiştin û rêxistinbûneke rast ya xweparastinê bi dest bixin û li ser vê bingehê çalak bibin. Em PKK jî tevlî deklerasyon û bangawaziya navborî dibin. Helbet di roja îroyîn de rewşa jinan girantir e. Di heman demê de bi desthilatdariya zilam û pergala dewletê, rastiya modernîteya wê ya dawî modernîteya kapîtalîst bi awayekî berçav radixe ber çavan. Ya rast rewşa ku jin dijî, dibe rewşa civakê jî. Ne tenê jin ji têgihiştina xweparastinê, rêxistibûn û çalakîbûnê dûr dixin, di heman demê de hemû civakê dûr dixin. Desthilatdariya koledar bi vî rengî zilm û kedxwariyê pêş xistiye.

Eşkere ye ku zext û komkujiya li ser jinê ne yek alî, piralî ye. Di bin sîstema modernîteya kapîtalîst ya heyî de ji bo jinan jiyanek nayê pêşbînîkirin. Sîstem hemû civakê kiriye kole, jin jî kiriye koleya kole. Ji bo jinan ji xeynî bûyîna kesekî wekî dewleta mêr dixwaze û xizmetê jê re bike tu rêyeke din a jiyanê nehiştiye. Di vê sîstemê de jin hem ruhî, hem hestiyarî û hem jî hizirî û fizîkî bi eşkerehî tên qetilkirin. Hiqûq û hemû rêgezên sîstemê li ser koletiya jinê hatiye afirandin. Li Tirkiyeyê di nava çar mehên ewil ên sala 2024’an de qetilkirina 185 jinan hat ragihandin. Hema hema her roj nêzî 2 jin hatine qetilkirin. Ev yên tên zanîn û dîtin in, helbet komkujiyên jinan ên nayên zanîn û ne bi eşkere ne bi dehan qat zêdetir in. Ji ber vê yekê têgihiştin, rêxistinbûn û çalakiya xweparastinê ji her kesî zêdetir ji bo jinan pêwîst e.

Di rewşa heyî de ji bo jinan xweparastin yekane rêya jiyan û hebûna azad e. Ji xeynî vê ne pêkan e ku jin xwe ji tacîz, destdirêjî û komkujiyan biparêze û bi azad bijî. Bi kurtasî têgihiştin, çalakîbûn û rêxistinbûna xweparastinê ji her kesî zêdetir ji bo jinan pêwîst û mecbûrî ye. Têgihiştin, îrade û jiyana azad tenê bi vî rengî tê bidestxistin. Ji ber ku sîstema heyî ji bo civakê kole bixele, herî zêde êrîşî jinê dike û jê ditirse. Helbet têkbirina modernîteya kapîtalîst û avakirina modernîteya demokratîk a li ser bingeha komuna demokratîk û ferdê azad jî li ser bingeha azadiya jinê pêkan e. Li ser vê bingehê çalakî û têgihiştbûneke girîng ya jinê pêş dikeve. Eger zirarê jî berevajîkirinên bûrjûwaziya biçûk nebîne, wê li ser bingeha xweparastinê rêxistinbûn û têkoşîna jinê ya rast û bi bandor pêş bikeve. Tecrûbeya xweparastin û têkoşîna azadiyê ku jinên Kurd li ser bingeha YJA-Starê pêş xistine, bi serkeftinên xwe ji bo her kesî mînakeke berbiçav e.

Dema qala xweparastin û berxwedanê tê kirin, helbet ewil ciwan tê bîra mirov. Divê distûra xweparastinê ya ciwanên Kurd çi be? Divê di qada civakî de rê û rêbazeke çawa bimeşîne?

Ciwanên Kurd bi afirandina PKK û Gerîlaya Azadiya Kurdistanê rol û mîsyoneke dîrokî bi serkeftî bi cih anîne. Wek tê zanîn PKK partiyeke ciwanan e. Gerîla jî rêxistina herî bingehîn a ciwanan e. Ji ber vê yekê xeta ciwanan partîbûyîn û gerîlabûyîn e. Xweparastin şêweyê têkoşîn û rêxistinbûna bingehîn ciwanan e.  Karên ji xeynî vê ji bo ciwanan paşê tê.

Lê her çiqas rastî wisa jî be, di rewşa heyî de li Bakurê Kurdistanê xebatên ciwanan pir qanûnî bûye. Xebatên ciwanan ên li Rojava jî di çarçoveya çalakiyên talî yên wekî meşên girseyî tên meşandin.

Bêgûman ji bo ku ciwan îradeya xwe derxin holê, divê rêxistinbûna wan a xweser hebe. Lê girîng e ku ev rêxistinbûn di kîjan xetê de pêk were. Ger hûn bala xwe bidin, di demên dawî de rêbazên rêxistinbûn û têkoşîna nerm dibin bingeha xebatên ciwanan. Li gorî me rewşeke bi vî rengî şaş e. Ger em têgeha ku di pirsê de hat bikaranîn esas bigirin, divê distûra çalakî û rêxistinbûna ciwanan bibe xweparastin. Wek partî û gerîla divê tevgera ciwanan jî bibe pêşeng û hêza bingehîn a xweparastinê. Divê hêza bingehîn a artêşa xweparastinê ya civakê  ciwan pêk bînin. Bi vê yekê re, divê ciwan pêşengtiyê ji hemû perwerde, çalakî û rêxistinbûnên civakî bi taybet jî serhildan re bikin.

Baş e ciwan dikarin erkeke wiha berfireh pêk bînin? Ger rast were perwerdekirin û rêxistinkirin, belê dikare. Lê divê bê zanîn, sîstemên desthilatdar her tim rê li ber çalakî û rêxistinbûna şoreşgerî digirin û rê li ber şêweyên reformîst edikin. Li hemberî rewşeke bi vî rengî divê tevgerên ciwanan xwe şaş nekin û dest ji zehmetiyan bernede û nebeze deriyên tên vekirin. Bi taybet di şert û mercên faşîzm û qirkirinê de şert e ku rêxistinbûna ciwanan di serî de tarzê îllegal esas bigirin û vê pêk bînin. Ger rêxistinbûna ciwanan di şert û mercên faşîzmê de yasayî bibe, hemû rêxistinbûnên din wê bêtir yasayî bibin; ger çalakiyên ciwanan reformîst bibe, wê çalakiyên din bi temamî bêbandor bibin. Ji ber vê yekê divê xebatên ciwanan ji nû ve bên nirxandin û di pêşxistina xeta rast de bi israr bin.

Dema qala xweparastinê tê kirin, berxwedaneke fizîkî tê bîra mirov ku dema qirkirin li ser gelekî tê ferzkirin, ev rewş mijareke tê fêmkirin e. Lê ji xeynî berxwedana fizîkî kijan rehendên xweparastinê hene?

Weke berxwedanê rêbazên cuda a xweparastinê jî heye. Weke berxwedana ruhî, berxwedana hestiyarî, berxwedana hişmendî, berxwedana çandî, ango weke serhildan û şer e. Her yek ji wan berxwedanan dikarin di çarçoveya xweparastinê de bên nirxandin. Di şert û mercên faşizm û qirkirinê de ev hemû rêbazên berxwedanê hem pêwîst in û hem jî watedar in. Lê heta şerê xweparastinê esas neyê girtin û pê re neyên girêdan, hemû rêbazên berxwedanê bêbandor û ne encamgir in. Heman tişt ji bo xweparastinê jî derbasdar e. Xweparastin jî di encamê de girêdayî şerê parastinê were dest girtin, wê rast û watedar bibe. Ji ber ku encam dide. Hemû şêweyên din ên xweparastinê yên bi şerê parastinê re neyê girêdan û pê re neyê dest girtin, wê bê encam bimînin. Ji ber vê yekê divê di pênasekirina xweparastinê de şaşitî neyê kirin, tenê weke hizir, hest û helwesteke neyê dîtin, divê teqez van bi şerê parastinê re pêşbînî bikin. Me di vê mijarê de hinek têgihiştinên şaş li jor rexne kiribû. Bi dîtina me di wê bingehê de nirxandin rastir e.

Girêdanbûneke çawa di rêxistinbûna civakî û xweparastina civakî de heye?

Me li jor diyar kir xweparastin tê wateya ewlehiyê. Ewlehî jî bi xwedîbûn û zêdebûnê re yek ji sê şertên bingehîn ên hebûnê ye. Ango ewlehî yek ji sê şertên bingehîn ên hebûnê ye. Civakbûn ku awayê hebûna mirovahiyê ye, li ser van sê şertên bingehîn şêwe digire. Ango rêxistinbûna civakî bi pêkanîna ev her sê şertan tê diyarkirin. Civaka xwezayî di xwedîkirinê de (ango aboriyê) komunalîzmê, di zêdebûnê de (ango di têkiliya di navbera zayendan de) wekheviya cudahiyan esas digire, di ewlehiyê de (xweparastinê de) li ser bingeha azadiyê hêza xwe bi kar tîne.

Êrîşa feraset û sîstema desthilatdar û dewletê ya li ser civakê ku berhemê eqlê mêr e, bi esasî li ser van sê xalan pêk tê. Di aboriyê de bi parçekirina komunalîzmê milka taybet a kesî, di zêdebûnê de bi jiholêrakirina wekheviya li ser esasê cudahiyên di navbera zayendan de sîstem û feraseta desthilatdariya mêr, di ewlehiyê de jî bi jiholêrakirina xweparastinê sîstema polîs û artêşê ku xwe diparêze, pêş dikeve. Nexwe her cureya têkoşîna civakî ya demokratîk ku li dijî sîstema dewlet û desthilatariyê hatiye pêşxistin jî li dijî milka taybet a kesî milkiyeta komunal, li dijî desthilatariya mêr azadîxwaziya jinê (ango wekheviya li ser cudahiyan), li dijî hêza artêş û polîsan jî xweparastinê esas digire. Ango rêxistinbûna civaka demokratîk bi komuna demokratîk, azadîxwaziya jinê û xweparastinê pêkan dibe.

Em ji vir fêm dikin ku çawa bêyî esasgirtina komuna demokratîk û azadîxwaziya jinê rêxistinbûna civakî ya demokratîk nabe, bêyî xweparastinê jî rêxistinbûna civakî ya demokratîk nabe. Bêguman di roja îro de ji bo civaka Kurd jî ev rastî di esasa xwe de derbasdar e. Lê ji ber gelekî ku bi sedsalan e di bin qirkirinê de ye, ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ve tê xwestin bê tunekirin, hebûn û azadiya xwe tenê bi şerê gelê şoreşgerî ya li ser esasê xweparastinê bi dest dixe, ji bo gelê Kurd xweparastin di plana yekemîn de ye. Weke me diyar kir, ji bo Kurdan ewlehî ji pêşîya nan û av tê. Ji ber vê yekê xistina xweparastinê li navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civakî ya demokratîk, hem rast e û hem jî pêwîst e. Mînak birêxistinkirina demokratîk a civaka Kurd, ango avakirina neteweya demokratîk bi esasî li ser bingeha xweparastinê û li dora wê dikare pêk were. Jiyana komunal a demokratîk û azadîxwaziya jinê li dora xweparastinê dikare pêk were. Ev rewş di esasê xwe de ji bo jinan jî derbasdar e. Ji ber vê yekê şert e ku rêxistinbûna demokratîk a Kurdan û jinan li ser bingeha xweparastinê be. Encax yên ku pirsgirêkê bi vî rengî dinirxînin, dikarin serkeftî bin. Yên ku bi vî rengî nagirin, çi bêjin û çi bikin bila bikin, wê di encamê de serneketî bin û her tim xizmeta aşa sîstema sîstema mêtînkar-qirker bikin.

Mînak li hemberî parlementer, kesên hatine hilbijartin jî li nîvê kolanan û li pêş kamereyan êrîşên leşker û polîsan diqewimin, êşkence tên kirin.

Weke hemû netewe-dewletan, Meclîsa Gel a Mezin ya Tirkiye jî saziyeke Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê yên ku ji bo vê saziyê tên hilbijartin, di esasa xwe de dibin memûrê dewletê. Belê di dîtbarî de civak hildibijêre, lê di rastiyê de dibin memûrê dewletê. Soz didin ku di qadên hilbijartinê de berjewendiyên civakê biparêzin, li meclîsê jî hebûn û berjwendiyên dewletê biparêzin. Dewlet jî di berdêla wê de meaş dide û wan xwedî dike. Helbet di berdêla vê de jî dixwazin wan bikin amûrên desthilatdariya xwe ya li ser civakê. Li hemberî kesên ku xwe naxin rewşek wisa, weke parlementerên Kurd ên li TBMM’ê her curê zext û êrîşê li wan dike. Ew rewşeke eşkere û tê fêmkirin e. Ji ber vê yekê di meclîsên netew-dewletan de bûyîna wekîl, jê zêdetir li dijî dewletê hewla parastina berjewendiyên civakê kirin zehmet e.

Di çarçoveya pirsê de ger em werin rastiya Tirkiye û Kurdistanê, di bin rastiya dewleta faşist, mêtînkar û qirker de di bin navê parlementeriyê de endamtiya TBMM’ê kirin bi rastî jî pir zehmet e. Dewlet ji kesên ku kiriye memûr, piştgiriyê ji hemû pêkanînên faşist, mêtînkar û qirker re dixwaze. Ger kesên navborî ji ber feraseta xwe ya demokratîk an jî ji ber sozên dane civakê, bixwazin li dijî vê yekê derbikevin, wê demê bi ruhê tolhildanê rastî êrîşa dewletê werin. Bi rastî jî pir wisa dibe. Di vê rewşê de divê çi bê kirin. Li gorî me, di serî de bi hemû zelalî û rastiya xwe rewşa rast ji girseyên gel re bê gotin, ne ku bi gotinên weke dikarin tiştekî zêdetir bikin gel bixapînin. Jixwe dewlet jî ji wan dixwaze civakê bixapînin, wê demê tam wê daxwaza dewletê bikin. Li aliyê din, divê hewl bidin tiştên sînorkî yên ku dikarin bikin bi awayekî pir baldar bikin. Ango divê xwe birêxistin bikin û her tim bi rêxistinî û bi baldarî tevbigerin. Bi vî rengî divê xwe ji leşker û polîsan, jê zêdetir xwe ji êrîşên çeteyên faşist biparîzin, ango bi xweparastinê tevger bikin. Dibe ku ev qad jî qadeke têkoşînê ya pir cidî û zehmet e. Divê bi awayekî rêxistinkirî û bi baldarî vê têkoşînê bidomînin. Helbet ji ber ku talûkeya zext û êrîşê heye, nabe ji têkoşînê birevin. Lê bi awayekî nerêxistinkirî û bêdîqet hewla têkoşînê kirin jî serkeftinê nayne.

Xisûseke din a girîng ku li vir bê gotin jî ev e; Ne rast e ku gel bi taybetî jin û ciwan hêviyeke zêde ji parlemeneterên navborî bikin. Divê ji bîr nekin ku ew memûrên dewletê ne û li gorî yasayên dewletê tevdigerin. Di dema têkoşîna li dijî teror û zextên dewletê de, yên ku yasayên dewletê esas digirin nikarin zêde tîştek bikin. Divê ev yek bê zanîn û ji ber vê yekê di têkoşîna azadiyê de roleke zêde nedin parlementeran, berovajî divê têkoşînê bi hêza gel û bêyî yasayên dewletê bidomînin û bi ser bixin. Ango divê girseyên gel xwe birêxistin bikin û bizanibin serhildanê bikin.

Di qada çandî de xweparastina civakî û parastina çand û nirxên çandî yên gelan çawa dibe? Ji bo vê divê çi bê kirin? Çalakiyên weke çand-huner, wêje û sînama ji bo sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk xwedî girîngiyek çawa ye? Di rewşa niha de Kurd û saziyên demokratîk di vê qadê de weke têkoşîna bisazî û pratîk di çi rewşê de ne?

Hebûna gelekî bi ziman, dîrok û bi nirxên çandî şênber dibe. Girseyên ku xwedî li van nirxan dernekevin, nikaribin wan biparêzin û pêş bixin, nikarin bibin gel an jî civak. Qirkirina siyasî jî bi temamî tunekirina van nirxan, talankirin û şelandin e. Li Kurdistanê êrîşke wiha qirker di sedsala dawî de bi rêbazên nedîtî tê meşandin.  Tunekirin û talankirina ziman, dîrok û çandê û hewldana Tirkkirina van di asta herî jor de dewam dike. Divê Tevgera Azadiyê di van hemû qadan de bi hestiyar be, rêxistinbûnan pêş bixe û têkoşîna bi bandor bimeşîne. Mînak zimanê Kurdî bi asîmîlasyonê tê tunekirin, lê li hemberî vê helwesteke pir rêxistinkirî û bi bandor ne mijara axaftinê ye. Çand û nirxên dîrokî yên Kurdan tên talankirin, li aliyekî ve tê tunekirin û li aliyê din ve ji bo qadên din direvînin; lê li hemberî bûyerên bi vî rengî bertekeke birêxistinkirî û têrker ne mijara axaftinê ye. Li Kurdistanê daristan û xweza tên talankirin, li hemberî van jî bertekeke têrker pêş nakeve. Ev hemû tê wateya lewaziya têgihiştin û birêxistinbûna xweparastinê. Lê divê li dijî êrîşên qirker yên bi vî rengî berteka gel a rêxistinkirî demildest pêş bikeve û qiyametê rakin. Me li jor xweparastinê weke têgihiştin, rêxistinbûn û çalakiyê pênase ki. Bêguman ji bo pêşketina rêxistin û çalakiyê, pêşî têgihiştina xweparastinê pêwîst dike. Şert e ku civak bi têgihiştina xweparastinê bi têrker were perwerdekirin. Helbet perwerdeya xweparastinê ya navborî bi rê û rêbazên cuda tê kirin. Lê di perwerdeyeke bi vî rengî ya civakî de hem rola çapemenî û hem jî rola xebatên huner û wêjeyê pir girîng e û adeta diyarker e. Bi taybetî wêje û huner bingeha perwerdeya navborî pêk tîne. Ji ber ku dahûrandinên wan kûr e; xwedî wê hêze ye ku bi hev re hîtabî ruh, hest û hizrê dike. Ji ber vê yekê perwerdeya civakî ya herî kûr û bihêz, xebatên hunerî û wêjeyî pêk tînin. Mixabin wêje û hunera Kurd bi rewşa heyî hêjî pir lewaz e. Di perwerdekirina civakê de ji pêkanîna rola xwe dûr e. Jê zêdetir, yên heyî jî bi temamî ne têrker in. Ji ber vê yekê, ji bo di civakê de têgihiştina xweparastinê were pêşxistin, xurtkirina xebatên huner û wêjeyê şert e. Astengî û zehmetiyên li pêşiya we çi dibe bila bila, divê vê yekê bi ser bixin.

Rêbertî dibêje ger xweparastin û berxwedanî bi avakirina civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk re nebe yek, mayînde nabe. Hûn têkiliya di navbera xweparastin, avakirina civakî û avakirina neteweya demokratîk de çawa dinirxînin? Divê sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk çawa be?

Me li gor têkiliya avakirina neteweya demokratîk û xweparastinê diyar kir. Me diyar kir ku divê avakirina neteweya demokratîk li ser bingeha komuna demokratîk, azadîxwaziya jinê û xweparastinê be. Bi taybetî me got ku xweparastin ji bo Kurdistanê di plana yekemîn de tê. Dîsa me bi kurtasî sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk pênase kir. Xeleka yekemîn a sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk gerîlatiya profesyonel in. Gerîlayên profesyonel hêza perwerdeker, rêxistinker û pêşeng e. Bêyî pêşengiya gerîlatiya profesyonel sîstema parastina neteweya demokratîk pêk nayê. Pêşengiya gerîlatiya profesyonel di heman demê de pêşengiya partiyê ye ku li Kurdistanê bêyî pêşengtiya partiyê tu tişt çênabe, bi gotina Rêber Apo pel jî naleqe. Pêşengiya gerîlatiya profesyonel ewqas girîng û watedar e.

Eşkere ye ku bêyî pêşengiya gerîlatiya profesyonel sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk pêk naye, lê bi tenê gerîlatiya profesyonel jî sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk bi têra xwe pêş nakeve. Ji ber vê yekê di sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk de xeleka duyemîn xweparastina gel e. Ango jin an jî mêr her kesên ku destên wan çekê digire, divê perwerdeya xweparastinê bibînin, li ser vê bingehê were rêxistinkirin û arestekirin. Rêxistinbûna xweparastina gel hêza bingehîn a sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk e. Ev hêz ne profesyonel, lê xwecihî ye. Pêkan e ku mirov jê re bibêje gerîlayên xwecihî. Yên ku di vê hêzê de cih digirin, hem jiyana xwe ya aborî û civakî didomînin û hem jî li ser bingehê xebata xweparastinê erk digirin.

Xeleka sêyemîn a sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk, rêxistinbûna topyekûn a gel di qadên aborî, civakî û siyasî de ye. Ango li ser xeta konfederalîzma demokratîk û rêxistinbûna torê, avakirina civakeke birêxistinkirî ye. Bêguman rêxistinbûna hemû qadên civakî, aborî, siyasî û çandî divê li ser bingeha xweparastinê be û xizmeta xweparastinê bike. Ev qad jî berteka girseyî, serhildan û çalakiyên bi vî rengî îfade dike.

Bi kurtasî gerîlatiya profesyonel, xweparastina xwecihî, civaka rêxistinkirî û îstema xweparastinê ya neteweya demokratîk pêk tîne. Ciwan û jin jî di vê yekê de rola esas dilîzin. Di xizmeta xweparastinê de pere û meaş nabe. Xizmeta xweparastinê bi temamî xwe dispêre xeta fedayî yê. Fedayitî bi qasî ji bo gerîlatiya profesyonel derbasdar e, ji bo xweparastina xwecihî û rêxistinbûna civakî jî derbasdar e. Bi vî rengî digihêjin rastiya gelên şerker ku di xeta fedayî de rêxistin û gerîla bûne. Tarza gerîla tarza bingehîn a sîstema xweparastinê ya neteweya demokratîk e. Esase ku xwe bigihînin gelê gerîlabûyî. Şert e ku hemû hêzên xweparastinê di aliyê leşkerî û îdeolojîk de bên perwerdekirin û rêxistinkirin.

Xweparastin di çarçoveya parastina şoreş û destkeftiyên hatine bidestxistin de çi îfade dike? Di têkoşîna parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên wê de ku bi eşkere her roj rastî êrîşan tê, rola xweparastinê çi ye? Di vê qadê xweparastina civakî çawa dikare zêdetir bê xurtkirin?

Bêguman parastina destkeftiyên şoreşgerî her tim esas e. Lê ev parastin divê ne li ser bingeha pasîf, lê li ser bingeha çalak be. Ango di bin navê parastina destkeftiyan de nekevin nav nêzîkatiyên teng û kevneperest. Weke tê zanîn, tê gotin parastina herî baş êrîş e. Heman tişt ji bo parrastina destkeftiyên şoreşgerî jî derbasdar e. Ango parastina herî baş a destkeftiyên şoreşgerî, kûrkirin, belavkirin û pêşxistina timî ya şoreşê ye. Şoreşên ku pêş nakevin û kûr nabin, kevneperest dibin û ji hundir ve dirizin. Tu hêz jî nikare pêşî lê vê yekê bigire.

Ev feraset di roja me ya îro de ji bo Rojavayê Kurdistanê jî weke heyî derbasdar e. Şoreşa Rojava li cîhana dewlet û desthilatdariyê de her tim dibe rastî êrîşan bê. Heta ku sîstema desthilatarî û dewletê hebe, ne pêkan e ku pêşiya vê yekê bê girtin. Wê demê, li şûna bibêjin êrîşên navborî nebe û bi daxwazkirina vê yekê rawestin, pêwîste bi hesibandina ku ev êrîş wê her tim hebin, sîstema xweparastinê were pêşxistin ku di nava xwe de tedbîrên ku êrîşên navborî vala derxin û nehêlin zirarê bide bihewîne. Di esasa vê de bi qasî pêşxistina tedbîrên parastinê, kûrkirin û belavkirina şoreşê jî heye.

Rewşa heyî ya li Rojava girêdayî şert û mercên îroyîn e û ji guhertinê re vekirî ye. Tu kes nikare pêşî li vê bigire. Di vir de ya girîng ew e ku pêvajoyên guhertinê ya navborî di bingeha xweparastinê de bidomînin û ji bo şoreşê pêş bixin. Di Rojavaya îroyîn de firsend û îmkanên vê pir in. Li vir ya girîng ew e ku li şûna gazind ji êrîşan bikin û hêviya ewlehiyê ji kesên din bikin, firsend û îmkanên heyî bi awayekî bi bandor binirxînin. Ango li ser bingeha xweparastinê perwerdekirin, rêxistinkirin û arastina hemû civakê û her kesê ku destê wa çek digre ye. Eşkere ye ku ev firsend û îmkan vê pir in. Divê bê zanîn ku tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin Rojavayê Kurdistanê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin, kesekî din nikare biparêze. Ji bo ku ev gel bikaribin erka parastinê bi awayekî serkeftî bi cih bîninn jî, divê li ser bingeha xweparastinê di aliyê îdeolojîk û leşkerî de werin perwerdekirin, birêxistinkirin û arastin.

Rêber Apo diyar dike ku dewlet netewe civakê bêyî xweparastin dihêle û dibêje, “Felaketeke ji windakirina xweparastina civakê mezintir, nayê fikirîn.” Civak çawa dikare xweparastinê bike? Li dijî kapîtalîzm û dewlet-netewe xweparastineke topyekûn çawa dikare were birêxistinkirin? Eniya xweparastinê çawa dikare were pêşxistin?

Kombûna hemû tiştên ku me heta vir îfade kiriye, bersiva vê pirsê dide. Bêguman xwegihandina sîstema xweparastina topyekûn ne rewşeke ku careke de û bi rehetî pêk were ye. Ev kareke têkoşînê ye û bi demê re pêş dikeve. Li vir ya girîng ew e ku xwedî feraset û xeteke wiha ya xweparastinê bibin û ji bo pêkanîna vê ji gavên ewil destpê bikin û her tim di nava hewldanê de bibin. Ya mayî di nava pratikê de pêş dikeve û pêk tê. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst meşandina têkoşîna modernîteya demokratîk ya li ser bingeha xweparstinê, bi lênerîna şert û mercên şênber jî ji bo her qadê derbasdar e. Ya girîng ew e ku bibin xwedî têgihiştin û biryardariyeke wiha zelal, bi cesaret û fedakariyeke mezin û dîsa bizanibin bi sebir bixebitin û têbikoşin. Ya mayî bi pratîkê re pêk tê. Ji ber ku ev cîhan wisa naçe. Jin û gel jiyaneke wiha kolewarî ji bo demeke hê dirêjtir qebûl nake. Ger jiyan hebe divê azad be. Rêya jiyana azad jî ji xweparastinê derbas dibe.

Ji ber vê yekê bi pêşxistina azadî û demokrasiya di her qadê de, divê rêgez û dirûşma me ya bingehîn wiha be; Bêyî Xweparastinê Jiyana Azad Nabe!