Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo xelkê Cindirêsê daketin qadan

Bi hezaran kes li Qamişloyê li hemberî komkujiya Cindirêsê daketin qadan.

Li Qamişlo û Dêrîkê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin" du meşên girseyî li dar xistin.

Şêniyan Komkujiya Cindirêsê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku xwestkên xelkê navçeyê bînin cih û dagirkeran ji Efrînê derxin û vegera xwecihên herêmê misoger bikin.

Bi hezaran welatiyên ji navçe û bajarokên Qamişloyê “Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak, Amûdê” berê xwe da bajarê Qamişloyê da ku tevlî meşê bibin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, Kongra Star û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê jî beşdarî meşê bûn.

Çalakvanan pankartên bi nivîsên "Em bi te re ne Efrîn", "Em bi serhildana Cindirêsê re ne", "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Teşhîrkirina siyaseta PDK′ê erkeke neteweyî ye”, "PDK û Tirkiye berpirsên Komkujiya Cindirêsê ne" û "Efrîn ne bi tenê ye" bilind kirin û ji Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ya li nava bajêr dest bi meşê kir.

Di meşê de alên PYD′ê, Kombenda Efrînê ya Civakî, Partiya Sûriya Pêşerojê, TEV-DEM hatin hildan û diruşmeyên "Efrîn azad e, Tirkiye derkeve derve", "Em Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin" û "Bijî berxwedana gelê Efrînê" hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê veguherî mitîngê. Li wir endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Hêvî Silêman axivî, şehîd bi bîr anîn û berxwedana Efrînê silav kir û got: “Helwesta şêniyan wê xak û çavkaniya çandê biparêze."

Hêvî diyar kir ku bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana hemû gelan, wê rejîma Tirkiyeyê û siyasetên wê yên dagirkerî û înkarê bên tunekirin û wiha dom kir: “Wê sala 2023`yan, bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, tevahî gelan û sala rizgarkirina herêmên dagirkirî.”

Nûnerê eşîrên El Sade ya li Sûriye û Iraqê û endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Hisên El Sade jî wiha axivî: "Derketina çeteyan li ser dezgehên ragihandin û îdiaya ku ew ji şêniyên herêma Dêrazorê ne (sûcdarên Komkujiya Cindirêsê), siyaseteke din a binkeftî ye ku dewleta Tirk bi wê dixwaze fitneyê di navbera pêkhate û welatiyên Sûriyeyê de derxîne. Pêkhateyên ku fikrê Rêber Ocalan ji xwe re esas digirin, bi van lîstokên dewleta Tirk a dagirker nayên xapandin"

Hisên El Sad bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcdaran ceza bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî bi dawî bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, şandeyek ji Hevseroka Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mûna Birîm, endama Kombenda Efrînê ya Civakî Fatma Mihemed, endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê û nûnerê eşîra El Sade El Erebiye li Iraq û Sûriyeyê Hisên El Sade pêk tê, nameyeke çalakvanan radestî Komîseriya NY′yê ya li Qamişloyê kir.

DÊRIK

Şêniyên ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li pêş geraca li bakurê Dêrikê kom bûn û pankartên bi nivîsên "Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin" rakirin, çalakvanan diruşmeyên mîna “Şehîd Namirin” berz kirin û wêneyên şehîdên Komkujiya Cindirêsê hildan.

Li Qada Azadiyê, hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî, berxwedana gelê Efrînê silav kir û got: "Şehîdên Newrozê yên li Cindirêsê berxwedanek nû li dîroka gelê Kurd zêde kir. Wan li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û qebûl nekir ku agirê Newrozê bê vemirandin."

Ebdurehîm diyar kir ku tevahî gelê Kurd destekê dide berxwedana xelkê Cindirêsê û banga bilindkirina têkoşîn û hevgirtina pêkhateyan ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

Her du çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Efrînê bi dawî bûn.